Li Offenbachê Meclîsa Jinê ya Sara ava bû

Jinên li bajarê Elmanya Offenbachê dijîn, meclîsa xwe ava kirin.

1. Kongreya Meclîsa Jinê ya Sara ya Offenbachê, bi beşdariya 60 jinan pêk hat. Nezîre Ozgur axaftina destpêkê kir û bal kişand ser komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike. Ozgur diyar kir, dilsoziya bi cangoriyên têkoşîna azadiyê bi xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê re dibe.

Li ser navê TJK-E jî Bêrîtan Nisêbîn peyivî û pêkanînên wehşî yên AKP li hemberî bedena jinê dike, bibîr xist.

Nûnera NAV-DEM'ê Vîldan Dîrîk jî destnîşan kir, ku ji bo pûçkirina polîtîkayên komkujiyê divê jinên Kurd rêxistinbûyîna xwe zêde bikin.

Di dawiya kongreyê de 26 endam ji Meclîsa Jinê ya Sara re hat hilbijartin û plansaziya dema pêş hat derixistin.

Kongre bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

...