8’ê Adarê li Nurnbergê jî hate pîrozkirin

Li bajarê Nurnbergê yê Elmanyayê bi sedan jinan 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin.

Gelek komên jinên Elman, jinên çepgir ên Tirk û endamên Tevgera Jinên Kurd tevlî meşa li qada Plerrer a Nurnbergê bûn.

Endamên Tevgera Jinên Kurd cilên neteweyî li xwe kirin û di meşê de sloganên ‘Jin, jiyan, azadî’ berz kirin.

Di meşê de ji bo kampanyaya ‘Ji darizandina dîktator 100 sedem û 100 hezar îmze’ îmze hatin komkirin.

Di meşê de jinan bi pankart û dowîzan cînayetên li ser jinan şermezar kirin.