Li navçeya Nisêbinê ya Mêrdînê Rêxistina BDP'ê biboneya 25'ê Mijdarê bi slogana "Ji tecrîd û tundiya li ser jinê re bese" mitîng pêk anî. Di mitîngê de Parlementera BDP'ê ya Amedê Emine Ayna anî ziman ku, serhildana wan li dijî hişmendiya zilam ya dibêje 'Jin bi tena serê xwe nikare bibe vîn û biryar bistîne' ye. Ayna da zanîn ku, hişmendiya zilmê li ser jinê dike li ser gelê Kurd jî zilmê dimeşîne. Piştî mitîngê bi sedan jin li gel astengiya polîsan heta sînorê Rojavayê Kurdistanê meşiyan û slogana "Gelê rojava ne bi tenê ye" qêriyan.
Rêxistina BDP'ê ya Nisêbînê biboneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li Dijî Jinan a Navneteweyî li baxçeyê Navenda Çanda Mitannî mitîng pêk anî. Li qada mitîngê pankartên "Ji qirkirina jinê û komkujiya jinê re na, ji bo azadiyê em dê têkoşîna xwe berdewam bikin û ji Ocalan re azadî ji tecrîdê re bese" û "Qirkirina jinê qirkirina civakê ye" "Ji qirkirina jînê re êdî bese!", "Destê xwe yê bi xwîn ji ser zarokên me bikşînin" û "An azadî an azadî", "Ji qirkirina jinê re na", "Ji tacîz û tewacizê re êdî bese!", bilind kirin.
Bi sedan jinên ku li qada mîtîngê kom bûn bê navber sloganên "Ocalan", "Şehîd namirin", "Bijî serok Apo", "Jin jiyan azadî" qêriyan. Mitîngê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê koma folklorê ya Navenda Çanda Mîtannî derket ser dike. Koma Dengê Jinên Azad derket ser dikê. Piştî folklor û stranan Seroka BDP'ê ya Nisêbînê Ayten Kahraman axaftin kir û tundiya li ser jinê şermezar kir.
Di mîtîngê de Parlementera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna anî ziman ku, serhildana wan li dijî hişmendiya zilam ya dibêje 'Jin bi tena serê xwe nikare bibe vîn û biryar bistîne' ye. Ayna da zanîn ku, hişmendiya zilmê li ser jinê dike li ser gelê Kurd jî zilmê dimeşîne. Piştî mitîngê bi sedan jin li gel astengiya polîsan heta sînorê Rojavayê Kurdistanê meşiyan û slogana "Gelê rojava ne bi tenê ye" bilind kirin.
Jin piştî mitîngê li gel astengiyên polîsan heta sînorê Rojavayê Kurdistanê meşiyan û piştgirî dan kurdên rojava.