Li Naîrobiyê jin ji bo xweparastinê hînî boksê dibin

Li paytexta Kenya Naîrobiyê, jin ji bo xweparastinê hînî boksê dibin.

Li paytexta Kenya Naîrobiyê, jin li dijî tundiyê ji bo xweparastinê hînî boksê dibin.

Navenda ku ji bo xweparastinê boksê hînî jinan dike di nava 14 salan de nêzî 3 hezar jin perwerde kir.

Chrîstîne Ongare ku yek ji van jinan e, wê îsal tevlî Olîmpiyatên Tokyoyê bibe.

Diyar dikin ku hin mirov bi rengekî neyînî nêzî hînbûna jinan a ji bo boksê dibin.

Ji bo van jin ên ciwan û jinan boks dibe neçariyek.

Li hin kolanên Naîrobiyê jin di nava xizaniyê de ne, bi zorê têne zewicandin û êrişa zayendî li wan tê kirin.

Perwerdekar Alfred Analo dibêje, rabûna jinan a li ber kesên dixwazin tundiyê bikin, dibe sedem ku pêşî li tundiyê bigirin.

Çîroka piraniya jinên ku li kulûba boksê hîn dibin weke hev e. Jinên ku dibin hedefa êrişa zayendî ya mêran, dixwazin piştgiriya hev bikin.

Jin destnîşan dikin ku ji bilî xweparastinê, boks baweriya jinan a bi xwe jî zêde dike.