Li Munchen û Munsterê tecrîd hate şermezarkirin

Li  bajarên Munchen û Munsterê yên Elmanyayê ji bo xwedî li greva birçîbûnê û rojiya mirinê derkevin çalakî hate kirin.

MUNSTER

Li Munsterê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şîlan, ji bo xwedî li berxwedana greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî lê derkevin duh saet 16.00'an li Meydana Stûbengasseyê çalakiyek hate kirin.

Di çalakiyê de pankarta bi navê ''Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî'' hate vekirin û têkilî grevên birçîbûnê gelek belavokên agahdarkirinê hatin belavkirin.

MUNCHEN

Li Munchenê jî bi pêşengiya Komuna Jinan-Sara  weke her çarşem doh jî stand hate vekirin, têkilî Leyla Guven û greva  birçîbûnê û rojiya mirinê dowîza hatin hilgirtin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.