Li Montpellîer û Lîmassolê 8’ê Adarê hate pîrozkirin

Li bajarê Montpellîer a Fransayê û Lîmassol a Kibrisê, bi pîrozbahiyên hatin lidarxistin 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate pîrozkirin.

ANF NAVENDA NÛÇEYAN

Pîrozbahî û çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê didome. Li bajarên Montpellîer a Fransayê û Lîmassol a Kibrisê pîrozbahiyên cuda hatin lidarxistin.

LI MONTPELLIERÊ JI GELEK SAZIYÊN CUDA PÎROZBAHIYEK HEVPAR

Li bajarê Montpellîer a Fransayê jinên Kurd bi kelecanek mezin 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin. Komîna Jinan a Delal Amed û gelek saziyên Fransî bi hevpar ev roj pîroz kirin.

Jinên Kurd ên bi cil û bergên neteweyî bi berzkirina dirûşmeyan meşiyayî, ji kampanyaya “100 sedem ji bo darizandina dîktator” îmze kom kirin.

Aktîvîstên Fransî dovîzên bi nivîsên, “Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye”, “Bijî YPJ” û “Bijî Rojava” hilgirtin.

Piştî axaftinên di mitînga li Meydana Comedîeyê hatîn kirin de, bi girtina dîlanê çalakî bi dawî bû.

LI LÎMASSOLÊ ŞAHÎ

Li bajarê Lîmassol a Kibrisê ji aliyê Însiyatîfa Jinên Kurd ve bi şahiyekê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate pîrozkirin.

Şahiya ku li Navenda Çanda Kurd a Theofîlosê hatî lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.

Di şahiya ku li ser hev dirûşme hatî berzkirin de, bal kişandin li ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo pêşxistina têkoşîna jinên Kurd.