Li Mêrsînê jinan di nava salekê de 50 carî serlêdana maf kiriye

Komîsyona Jinan a ÎHD’ê ya Şaxa Mêrsînê, ragihand ku li bajar di nava salekê de bi kêmanî 50’î serlêdana maf kiriye. Tê texmînkirin ku bîlançoya rast ji vê zêdetire.

Komîsyona Jinan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrsînê, rapora xwe ya binpêkirina mafên jinan aşkere kir. Rapor, derbarê binpêkirinên mafan ên ji Adara 2020'î heya Nîsana 2021'ê de ne. Komîsyonê derbarê vê de li avahiya komeleyê daxuyanî da. Di dema daxuyaniyê de pankarta ku li ser "Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin" nivîsandî hat hilgirtin.

Endama komîsyonê Zeynep Benlî rapor xwend. Benlî, diyar kir ku di sala 2020'î de 36 û heya Nîsana 2021'ê jî 14 kes û bi giştî jî 50 jin ji ber binpêkirina mafan serî li komeleyê dane. Benlî, destnîşan kir ku binpêkirina mafên jinan zêde dibin û kesên serî li komeleya wan didin, di warê hiqûqî de alîkariya wan dikin. Benlî, bilêv kir ku di salekê de li bajêr ji ber birîndarkirina bi çekê, tundî û destdirêjiyê gelek kesan serî li wan daye û xebatên wan ên di vîw arî de li qadan didomin.

Benlî, destnîşan kir ku betalkirina Peymana Stenbolê tê wateya ku dewletê bi destê xwe tundî rewa kiriye û bi vî awayî tê xwestin ku destkeftiyên jinan ji holê bên rakirin. Her wiha Benlî, diyar kir ku li girtîgehan jî tahde li jinan tê kirin û bal kişand ser lêgerîna tazî.

Benlî, diyar kir ku kuştina jinan jî zêde bûye û ji bo rewşa jinên penaber jî destnîşan kir ku bi kedxwarşî tahdeî cihêkarî û destdirêjiyê re rû bi rû dimînin.

Benlî, anî ziman ku dê Peymana Stenbolê neyê betalkirin û got: "Dê jin dev ji mafên xw ebernedin, dê ji bo mafên xwe bitêkoşin."