Li Mêrsînê jin li dijî tundiyê meşiyan

Li Mêrsînê jin li dijî tundiyê meşiyan

Bi sedan jinên endamên Platforma Jinên Mêrsînê biboneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê ya Navnetewî gotin ‘em heskirina ku hatiye kuştin naxwazin’.

Bi sedan jinên endamên Platforma Jinên Mêrsînê biboneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê ya Navnetewî û balê bikişînin ser tundiya li dijî jinê li ber Taş Bînayê kombûn. Jinan pankartên “Bike qîr bila her kes bibîhîze”, “Ji şer, tacîz, tecawiz, komkujiyan re dawî” û bê navber sloganên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî hevgirtina jinê”, “Dewleta qatil dê hesabê bide”, “Zilam lê dixe dewlet diparêze”. Dowîzên “Ji tecrîdê re na”, “ Ji qirkirina siyasî re na”, “Heskirina zilam her roj 5 jinan dikuje”, “Jinên berxwedêr rûmeta me ne”, “Jib o azadiyê ji berxwedanê re berdewam” yên di destê jinan de bal kişandin.

Jinên Komeleya Jinên Kîbele ku xwest bimeşin, ji aliyê polîsên derdorê wan dorpêçkirin ve destûr nehate dayîn. Piştî ku hevdîtinan encam negirt, jin hatin ber Akbankê li ser cadeya Entellerê daxuyaniyek dane çapemeniyê.

Sekretera Şaxa Egitim Sen’ê Nermîn Karasu polîsên ku destûr nedane meşê şermezar kirin. Piştî wê Parlementera BDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan axivî û diyarkir ku, jin çawa ku duh li qadan bûn îro jî li qadanin û ji niha û pê ve jî dê li qadan bin. Aydogan destnîşan kir ku, tundiya li dijî jinê di demê desthilatdariya AKP’ê de zêdebûye, sedemê vê yekê jî weke polîtîkaya muhafazakar ya hikumeta AKP’ê anî ziman. Aydogan got; “ AKP dibêje, ‘malbata bihêz’, ‘dewleta bihêz’. Em jî dibêjin ku, ‘jina bihêz, jina azad, kesayeta azad welatê demoratîk. Hûn bibêjin malbata bihêz dewleta bihêz, ji xwe wê demê hûn tacîz, tecawiz û tundiya li hemberî jinê rewa dikin.”

Aydogan aşkera kir ku, neçareserkirina pirsgirêka Kurd jî tundiyê gur dike û ji bo çareseriyê xwest bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re muzakere bêne destpêkirin.

Piştî axaftina Aydogan, Burcu Ebru Yildirm daxuyaniya çapemeniyê xwend û da diyarkirin ku, sîstema desthilatdar ya zilam tundiya wê ya li ser jinê berdewam dike. Yildirim destnîşan kir ku, tundiya dewletê ya ku çavkaniya xwe ji muhafazekertiya netewperestî digire, hîn zêdetir bûye.

Her wiha di daxuyaniyê de balkişandin ser ku, di van demê dawî de girtinên jinan zêdebûne, her wiha li beramberî vê jî tekoşîna birêxistin kirî ya jinên Kurd jî tirsa herî mezin ya desthilatdariya AKP’ê ye.