Li Meletiyê jinek hate qetilkirin
Li Meletiyê Mehmet O. hevjîna xwe Selma O. bi amûreke birek qetil kir.
Li Meletiyê Mehmet O. hevjîna xwe Selma O. bi amûreke birek qetil kir.
Li taxa Konak a Meletiyê mêrê bi navê Mehmet O. hevjîna xwe Selma O. bi amûreke birek qetil kir.
Tîmên tenduristiyê yên li ser îxbarê çûn malê, di dema kontrolê de dîtin ku Selma O. jiyana xwe ji dest daye. Mehmet O. yê piştî bûyerê reviya, li nêzî ciheke malê ji aliyê tîmên jendermeyan ve hate destgîrkirin. Cenazeyê Selma O. piştî lêkolîna li cihê bûyerê û şûnde, rakirin moga Saziya Tiba Edlî.
Li ser bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.