Li Melbourneyê pîrozbahiya 8’ê Adarê
Li Melbourneyê pîrozbahiya 8’ê Adarê
Li Melbourneyê pîrozbahiya 8’ê Adarê
Li Bajarê Melbourne yê Awûstralyayê ji aliyê Yeketiya Jinên Kurd yên Victoria û Navenda Çanda Anadolû ve 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê bi çalakiyekê hate pîroz kirin.
Şahiya ku li Komeleya Kurdistaniyên Victoriayê hate pêkanîn gelek jinên Melbourne û derdorê wê tevlîbûn.
Di salona ku şahî lê hate kirin de posterên Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan yên li Parîsê hatin qetilkirin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Her wiha gelek pankart jî hatin daliqandin.
Şahî di kesayeta Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hemû jinên ku di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyek ya rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Komeleya Jinên Kurd ya Victoria li ser wateya 8’ê Adarê û tekoşîna azadiya jinên Kurd axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku, 8’ê Adara îsal yadî 3 jinên Kurd yên şoreşger yên li Parîsê hatibûn qetilkirin kirine. Di axaftinan de hate xwestin ku kujer bêne dîtin û komkujî were ronî kirin.
Piştî axaftinan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo 8’ê Adarê hate xwendin. Di peyama Ocalan de hate gotin ku, “Em tevgera azadiya jinê jiyan dikin. Sakîne mînake. Hûn mînakin. Jiyana Sakîneyê mînake. Azadbûna jinê tekoşîna Sakîneyê ye. Ez dê hesabê Sakîneyê bipirsim, derxînim holê.”
Şahî piştî peyama Ocalan bi guhdarkirina muzîk û helbestan berdewam kir. Şahî bi pêşandana slaytekî ku tundî û pêkutiya li ser jinê vedibêje bidawî bû.