BI DÎMEN

KJK: Wê azadî bi ser bikeve!

KJK’ê bal kişand ser berxwedana fedayiyane ya gerîla û berxwedan û xweparastina gerîlayên jin ku bi îradeyeke mezin pêşengiyê jê re dikin silav kir û got, “Wê azadî bi ser bikeve!”

32’EMÎN FESTÎVALA ÇANDA KURD A NAVNETEWEYÎ

KJK’ê ji bo 32’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya ku bi şîara “Em tecrîd û dagirkeriyê bişikînin, Rêber Apo azad bikin” tê lidarxistin, peyameke nivîskî şand. KJK’ê Festîvala Çandî silav kir û destnîşan kir ku wê têkoşîna gelê Kurd bi ser bikeve.

Peyama KJK’ê wiha ye:

Jin, ciwan, dost û gelê me yê hêja;

Em di sal û demeke ku di dîroka têkoşîna berxwedana me de ya herî berfireh, herî bilind û bi bandor dijîn. Gerîla li Kurdistanê bi fedayitiyeke bêhempa ku ji hemû cîhanê re dibe mînak dide meşandin û pêşengiya wî şerê qehremaniyê dike. Vê têkoşîna ku jina Kurd di asta herî bilind de pêşengiyê jê re dike û canê xwe bî vîneke mezin feda dike em silav dikin! Di vê berxwedana bêhempa de bi dehan hevrêyên me, bi dehan welatparêz ku di nav wan de zarok jî hebûn tevlî şehîd bûn. Em ê şehîdên xwe qet ji bîr nekin û heta serkeftinê bi vê têkoşîna wan a pîroz re girêdayî bimînin. Em ê tu kêliyêkê jî ji bîr nekin ku em pir tişt deyndarê wan in. Em di kesayeta Şehîd Berwer Dersim, Bêrîtan Nurhaq, Hêro Bahadîn, Gulistan Tara, Orhan Bîngol, Tekin Goyî, Şehmûs û Herekol de hemû şehîdên xwe bi mineteke mezin, bi rêz û hezkirin bi bîr tînin û li ber bîranînên wan bejna xwe ditewînin.

DEMA AZADKIRINA FIZÎKÎ YA RÊBER APO YE

Gelê me yê bi rûmet yê li Ewropa dijîn ku îro tevlî festîvalê bûn ,em têkoşîn û helwestên we ku we heta îro daye meşandin bi serbilindî û dilgermî silav dikin. Bi wesîleya vê mîhrîcana 32’emîn em van dîtin û ramanên xwe bi we re parve dikin;

Tecrîda bi pergalî a li dijî Rêber Apo tê meşandin li ser esasê derûnî, fizîkî û psîkolojîk bi şêweyên şer pêk tên. Ev êrîş xwedî naverokeke bîrdozî û polîtîk e. Hêzên navdewletî yên serwer ên Rêber Apo xistine pêvajoya esaretê ew bi xwe vê êrîşa polîtîk û bîrdozî plansaz dikin û didin meşandin. Ji bo pirsgirêka Kurd her zindî bihêlin û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bêçareser bihêlin û li Rojhilata Navîn polîtîkayên kedxwariyê û berjewendiyê bikar bînin vê pirsgirêkê her weke amûrekê di bin destê xwe de digirin. Rêber Apo li dijî polîtîka û kiryarên qirêj yên li dijî Kurdistanê û Rojhilata Navîn têkoşîna azadiyê, hişmendî û çalakiyên bi rêxistin pêşxist. Lewra di şert û mercên tecrîdê de tê girtin. Polîtîkaya li dijî Rêber Apo tê birêvebirin bi politika û stratejiya qirkirin ya li dijî Kurd û Kurdistan tê meşandin re girêdayî ye. Lewra pirsgirêka Kurd û azadiya Rêber Apo ya fizîkî bi hev re girêdayî ye û ji hev nayê qetandin. Ji ber vê em dibêjin, ev rewş bîrdozî, exlaqî û politik e. Dema azadiya Rêber Apo pêk hat, wê ew dem politikaya neçareseriya Kurd jî bişkê. Divê bi vê berpirsiyarî, hişmendî û hestyariyê hîn bi hêztir, bi tevahî û bi şêwazeke bênavber pêngava azadiya Rêber Apo bê bilindkirin.

Di şênberiya Têkoşîna Azadiyê de li dijî gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistan û li derveyî welêt bi destê dewleta Tirk a faşist êrîşên komkujî/qirkirinê têne kirin. Her cihê Kurd lê dijîn bûye armancên êrîşên dewleta Tirk. Ev dewlet tevahiya polîtîkayên xwe bi armanca perçiqandina Têkoşîna Azadîya Gelê Kurd li dar dixe. Karên xwe yên aborî û dîplomatîk, hemû derfetên xwe ji bo vê armancê seferber kiriye. Êrîşên ku li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê pêk tîne, komkujiyên li dijî xweza, hawîrdor û gel dike; qirkirina li dijî ziman, çand û nasnameya Kurd dike, li dijî civak û dîrokê dike hemû bi vê armanca tunekirinê ne. Êrîş û şerên dagirkirinê yê di dîrokê de herî mezin in li dijî gerîlayan dide meşandin. Dewleta Tirk tevahiya hêzên xwe ji bo tunekirina Kurd û Kurdistan seferber kiriye. Di bin vê hemû îmkan û derfetên xwe seferberkirinê de tirsa careke din windakirinê heye. Bila hemû cîhan bizanibe; Dewleta tirk di vê tirsa xwe de heta dawiyê bi maf e û rast difikire. Erê bila bitirse; wê winda bike.

Desthilatdariya faşist a AKP-MHP’ê di demên xwe yên dawîyê de ne. Di vê candayîna wan de yê ku digihîje hawara wan, yê ku piştgirî û hevkariya wan dike, yê ku dike dewleta Tirk a faşist bêhn bide û bistîne noker, xwefiroş û xayîn Malbata Barzanî-PDK ye. PDK serkêşiya xwefiroşî û radestîkariyê dike. Îro jî li ser bingeha tasfiyekirina PKK’ê, bi dewleta Tirk re bi hemû kiryarên qirêj û tarî dikeve nava hewldan, êrîş û politikayan. Wisa tê dîtin ku heta ev xeta radestikariyê, xwefiroşiyê, xiyanetê û nunerên wan neyên tunekirin serkeftin ne pêka ne. Ji bo vê; divê pêşî li dijî vê hişmendî û xeta xiyaneta PDK têkoşîn bê dayîn. Divê li dijî vê xeta xiyanet û xwefiroşiyê zanîn her bilind be û bênavber têkoşîn were kirin.

DI PÊŞENGIYA GELÊ KURD DE BERXWEDAN DEWAM DIKE

Asta ku jinên Kurd di pêşengtiya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bi dest xistiye, sekna wê ya bingehîn û radîkal pergala serweriya zilam, hêza wan û derdorên ku xwe bi vê pergalê re xwedî dikin tirsand. Li Kurdistan şoreşa jinê ya ku ji cîhanê re bûye mînak pêk hat. Ev şoreşa demokratîk di bin pêşengiya jina Kurd de didome. Xweparastina cewherî û têkoşîn di serî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê û li her aliyê bi pêşengiya jina Kurd tê dayîn. Tirsa herî mezin ya hêzên desthilatdar hebûna jina Kurd û Kurd in. Di duyemîn salvegra gerdûnîbûna dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de careke din Jîna Emînî bi rêz û hezkirin bi bîr tînin û dibêjin, wê têkoşîn û Berxwedana jinê bi ser bikeve. Em berxwedanên li zindanên Îranê û berxwedêrên bi pêşengiya Pexşen Ezîzî, Werîşe Muradî û Nergîz Muhamedî li ber xwe didin silav dikin! Em bang li dewleta Îranê dikin ku dest ji polîtîkayên darvekirinê berde. Her wiha bang li gelê xwe û jinana dikin ku li dijî polîtîkaya darvekirin û dijminê jinan hê bêhtir têbikoşin.

Li Bakurê Kurdistanê êrîşên qirkirinê, binçavkirin, qedexe û kiryarên faşist bi armanca pêşîlêgirtina şoreşa jinê, guhertina civakî û pêşketinan e. Li Tirkiye û Kurdistan her komkujiyên li dijî jin û zarokan polîtîk e û ew jî encamên şerê qirêj yê li dijî gelê me tê meşandin e. Em li dijî vê pûçbûna civakê û êrîşan bi berpirsiyariya xurtirkirina şoreşa jinê û têkoşînê re rûbirû ne! Em bang li jinên Kurd dikin ku li dora têkoşîna azadiya jinê kom bibin û li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser gelê me û hebûna me têkoşînê mezin bikin. Dewleta Tirk û çeteyên wî li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî li dijî jinên Kurd û gelê me dagirkerî, qetlîam dike. Xwezayê tune dike. Li dijî van êrîşan ger em, bi têkoşîn û helwestên xwe nerazîbûna xwe diyar bikin wê kiryarên dewleta Tirk a faşîst eşkere bibe.

WÊ AZADÎ BI SER BIKEVE

Bi xêzkirina sînorên çêkirî, Rojhilata Navîn, Afrîka û Asya bûne armancên êrîş û qirkirinan. Yên ku ev polîtika afirandin hûn bûn. Îro jî hûn serî li biryar û polîtîkaya girtina sînorên xwe ji bo penaberan dane. Em dibêjin, encam û sedemên polîtîkayên xwe li ber çavan derbas bikin. Di serî de Elmanya hemû zordar û emperyalîstên rojavayî bila sedemên polîtîkayên xwe ku heta îro dane, lêpirsîn bikin. Divê dewletên rojavayî baş bizanibin ku ew berpirsyarên ev dilêşiyên mirovan in. Dev ji piştgirîdayina li dewletên mêtînkar berdin. Piştgirî nedin sepandinên dewleta Tirk a faşîst û dev ji girtina siyasetmedar û pêşengên gelê Kurd berdin.

Li ser vê bingehê em careke din gelê xwe yê hêja, jin, ciwan û dostên xwe ku beşdarî 32’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bûne silav dikin û dibêjin, “Wê Azadî Bi Ser Bikeve.”