Li Dîlokê jinek li mala xwe mirî hate dîtin

Li navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê, jina bi navê Y.K. li mala xwe mirî hate dîtin.

Li gorî agahiyan, li taxa Kozlûyazi ya navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê, Y.K. bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da.

Piştî ku dengê çekê ji malê hate bihîstin, ferdên malbatê çûn cihê bûyerê û bang li tîmên tenduristiyê kirin. Hate ragihandin, jina ku li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da dayika sê zarokan bû. Nayê zanîn bê Y.K. bi çi rengî jiyana xwe ji dest da. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.

Li Tirkiyeyê ku polîtîkaya bêcezahiştinê serwer e, her meh bi dehan jin têne qetilkirin an jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest didin.

Li gorî daneyên JINNEWS'ê, di meha Tebaxê de 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin, 15 jin û 3 zarok jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.