BI DÎMEN

'Ewlehiya jiyana Îdrîs Kaplan di xetereyê de ye, divê demildest bê berdan'

Şahîn Polat bertek nîşanî ragirtina Kaplan a li navenda dersînorkirinê da û got, "Eger wî bişînin Tirkiyeyê wê bê girtin û muameleya xerab lê bikin”.  Yves-jean Gallas jî got: "Divê Fransa li gorî peymana parastina penaberan tevbigere."

Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ji bo penaberê Kurd Îdrîs Kaplan ê ku ji bo bişînin Tirkiyeyê birin girtîgeha Vincennesê daxuyanî da çapemeniyê. 

Îdrîs Kaplan jî mîna Serhat Gultekîn ê ku berê radestî Tirkiyeyê hatibû kirin û hatibû girtin, eger bê radestkirin bi xetereya girtinê re rû bi rû ye.

Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Şahîn Polat û Berdevkê Tevgera Aştiyê Yves-jean Gallas di daxuyaniyê de axivîn.

Şahîn Polat diyar kir ku hemû îtîrazên wan ên ji bo serbestberdana Îdrîs Kaplan ê di girtîgehê de tê girtin, hatin redkirin û wiha bertek nîşan da: “Polîtîkaya Fransa ya li hemberî penaberên Kurd xizmetê ji demokrasî û hiqûqê re nake. Kurdan li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û parverûtiya DAÎŞ’ê li cihanê têk bir. Dewleta Fransayê wê demê Kurdan qehreman didît, lê niha wan teslîmî Erdogan ê ku bavê DAÎŞ’ê ye dike. Kesên ku we duh wan weke qehreman didît, hûn nikarin îro teslîmî faşîzmê bikin. Tirkiyeyê ceza li Îdrîs Kaplan biriye. Ger bişînin girtîgehê dê rastî êşkence û muameleya xerab bê. Ewlehiya jiyana Kaplan nîne. Ev helwesta Fransayê li dijî mafên mirovan û qanûnên gerdûnî ye."

'DIVÊ FRANSA LI GORÎ PEYMANA PARASTINA PENABERAN TEVBIGERE’

Berdevkê Tevgera Aştiyê Yves-jean Gallas jî xwest, Îdrîs Kaplan demildest ji navenda dersînorkirinê ya lê tê ragirtin bê berdan. Yves-jean Gallas wiha axivî: “Îro 21’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye. Ji ber vê sedemê hem li vir û hem jî li hin welatan û heta li Tirkiyeyê jî wê xwepêşandanên aştiyê bên lidarxistin. Divê aştî tenê bi rojekê nemîne. Girîng e ji mafên mirovan rêz were girtin. Fransa welatek e ku peymana parastina penaberên siyasî îmze kiriye; divê li gorî vê tevbigere. Divê ji aliyê polîsên Fransî ve sirgûnên bi zorê neyê kirin. Divê penaberên wê li welatên ku bişîninê bên girtin, rastî êşkence û muameleya xerab bên, neşînin wir. Em dixwazin Îdrîs Kaplan ji kampa dersînorkirinê ya ku lê tê ragirtin demildest serbest bê berdan.”