Welatparêzê Êzidî Xebat Agirman jiyana xwe ji dest da

Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Xebat Agirman (57) ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.

Kedkarê bi dehan salan ê civaka Êzidî, Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Xebat Agirman li dûrî welatê xwe li koçberiyê ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.

Ji bo Xebat Agirman li Mala Êzidiyan a bajarê Sûlîngenê şîn hate danîn. Şîn îro destpê kir û wê heta roja duşemê dewam bike.

Cenazeyê Xebat Agirman wê 24'ê Îlonê li gundê Bacinî ku lê ji dayik bû were veşartin.

Xebat Agirman di sala 1967'an de li gundê Bacinê yê navçeya Mêrdîn Midyadê ji dayîk bû. Ji ber polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker neçarî koçberiyê bû.

Xebat Agirman di 9 saliya xwe de bi malbata xwe koçî Ewropayê kir û li wir bi cih bû. Ji 12 saliya xwe ve dest bi xebatên di nava civaka xwe û Têkoşîna Azadiya Kurd de kir.

Bi dehan salan bê rawestan ji bo azadî û tifaqa civaka Êzidî û gelê Kurd têkoşiya. Xebat Agirman di heman demê de di avakirin û rêvebirina televîzyona ÇIRA TV de jî xwedî kedekî bêhempa bû. Li gel pêşkeşiya xwe ya bernameya bi navê 'Hûr û Kûr' her wiha gelek xebatên giranbûha meşandiye.