BI DÎMEN

Li Kelarê Festîvala Payîzê hat lidarxistin

Îro li bajarokê Kelarê ji aliyê Koma Çavê Silêmaniyê ve, bi beşdariya 50 kesan ku piraniya wan jin in, Festîvala Payîzê destpê kir.

Îro li bajarokê Kelarê ji aliyê Koma Çavê Silêmaniyê ve ku girêdayî Komeleya Hunera Neteweyî ya Silêmaniyê ye, Festîvala Payîzê hat vekirin. Festîval dê pênc rojan berdewam bike û 50 kes beşdar bûne. Piraniya beşdarên festîvalê jin in.

‘RÊJEYA JINAN DI FESTÎVALÊ DE PIRANÎ YE’

Serokê Koma Çavê Silêmaniyê Karzan Hisên der barê festîvalê de di civîneke çapemeniyê de behsa kar, çalakî û beşdarên festîvalê kir û got: “Wek Koma Çavê Silêmaniyê ku girêdayî Komeleya Hunera Neteweyî ya Silêmaniyê ye, me bi armanca bazarkirinê biryar da ku em li bajarê Kelarê festîvalekê vekin ku 50 çadir tê de hene.

Beşdarên festîvalê ji rojhilatê Kurdistanê, Silêmaniyê û Helebceyê hatine û piraniya karên wan yên destî û çandî ne. Hêvîdar im ku xelkê bajarê Kelarê bi germî serdana festîvalê bikin da ku em hemû li vir xizmeta bajarê Kelarê bikin.”

‘MESREFÊN FESTÎVALÊ LI SER MILÊ ME YE’

Karzan Hisên di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wan di vê festîvalê de biha zêde nekirine û zêdetir di xizmeta gel de ne û wiha domand: “Me tu caran bihayên xwe zêde nekirine. Me bi xwe ev kar girtiye ser milê xwe. Me tenê mesrefa festîvalê ji xwediyên çadiran wergirtiye.”