32’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bû

32’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku bi deh hezaran kes ji çar aliyên Ewropayê beşdar bûn, bi dirûşmeyên berxwedanê bi dawî bû.

32’EMÎN FESTÎVALA ÇANDA KURD A NAVNETEWEYÎ

32’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya ku bi temaya “Em tecrîd û dagirkeriyê bişikînin, Rêber Apo azad bikin” hat lidarxistin, li dijî qirkirina fizîkî û çandî ya dewleta Tirk ku di sala 2024’an de li dijî gelê Kurd pêk anî, weke qada têkoşînê ya herî girîng a berxwedana çandî derket pêş.

Festîval bi beşdariya deh hezaran kesan bi coş derbas bû û li dijî asîmîlasyona çandî dilsoziya gelê Kurd a bi nirxên xwe yên çandî re hat hîskirin.

Di qada festîvalê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna ku ji bo azadiya wî ya fîzîkî tê meşandin, bi helwesteke xurt hate nîşandan.

Festîval bi pêşandanên hunermend Erdogan Emîr û Omer Gundî bi dawî bû.