BI DÎMEN

Zexta li ser rojnamevan Rabîa Onver hat protestokirin

Zexta li ser nûçegîhanê JINNEWS’ê Rabîa Onver ku çeteyên fihûş û hişbirê yên li Colemêrgê eşkere kir, li Wanê hat protestokirin.

Komeleya Rojnamevanêên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) der barê serdegirtina mala rojnamevan Rabîa Onver de ku li Gever a Colemêrgê pêk hatibû de daxuyaniyek li kolana Hunerê ya Wanê da. Ligel xebatkarên çapemeniya azad, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştevanî û Alîkariya Xizmên Kesên di Derguşa Şaristaniyan Winda kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariya XizmênGirtiyan (TUHAY-DER), Partiya Demokratîk a Herêman (DBP), DEM partî, meclîsa ciwanan a DEM partiyê, meclîsa dayikên Aştiyê, parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Koçyîgît, Sumeyye Boz, hevsreoka giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û gelek kes tevli bûn. Endama MKG’ê Hulya Baytur daxuyanî xwend.

 ‘ÊRÎŞÊN LI SER ÇAPEMENIYA AZAD HER ROJ ZÊDE DIBIN’

Baytûrê da zanîn ku êrîşên li hember çapemeniyê roj bi roj zêde dibin û wiha got: “Êrişên li ser Çapemeniya Azad her roj zêde dibin. Îro dîsa êrişeke li dijî mafê gihandina agahiyan a gel û azadiya çapemeniyê, pêk hatiye. Rojnamevan Rabia Onver, ji ber polîtîkayên şerê taybet ê dewlet li Kurdistanê dide meşandin ji ber çeteyên fuhuş û hişbirê teşhîr kir û derbarê vê de nûçeyek çêkir, bû hedef. Rojnamevan Rabia Onver berpirsiyariya xwe ya agahdarkirina raya giştî bi cih anî lê belê bi awayekî nehiqûqî polîsan bi ser mala wê de girtin û derbarê wê de biryara binçavkirinê hat dayin.”

‘DEWLET SER SÛCAN DIGIRE'

Baytûrê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Biryara girtina Rabîayê ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê hatiye dayin di eslê xwe de hêzên ku hişbir û fuhuşê di nava civakê de belav dikin, nîşanî me dide. Bi vê polîtîkaya jin û ciwanan dikin hedef di heman demê de dixwazin rojnamegerên rastiyê radigihînin civakê jî bikin hedef û bi van polîtîkayana wan têxin binê zextê. Kedkarên çapemeniya azad ên ku sûcên mekanîzmaya dewlet û darazê yên li Kurdistanê, derdixin holê bi awayekî sîstematîk dibin hedef û bi zextan rû bi rû dimînin. Azadiya çapemeniyê û mafê hînbûna rastiyê ya civakê her tim bi polîtîkayên îktidarê tê xwestin bên astengkirin. Gelek caran giliyê, Ayşegul Akdogan a ku tundî li gelek jinan kiriye, hatiye kirin lê belê mekanîzmayên darazê derbarê Ayşegul de tu karekî hiqûqî nedaye destpêkirin. Lê belê kesên derbarê Ayşegul de karê hiqûqî nedane destpêkirin îro derbarê Rabîa Onver de biryara binçavkirinê dane.”

‘ÇAPEMENIYA AZAD NAYÊ BÊDENGKIRIN’

Baytûrê wiha dawî li daxuyaniyê anî: “ Armanca êrîşên bi vî rengî ew e ku hînbûna rastiyan a civakê bê astengkirin û rojnamevan bêdeng bên hiştin. Ev zextên li dijî çapemeniya azad polîtîkayên şerê taybet ên stratejîk in. Ev polîtîka nahêle ku edalet pêk were. Çêkirina nûçeyan, ragihandina rastiyê ya ji bo gel ne sûc e! Ev peywira rojnamevanan e. Lê belê ev polîtaya zextê ya dewletê hatiye nokteya çewisandina mafên mirovan û mafê hiqûqê. Em ê wekî kedkarên çapemeniya azad armanca xwe ya ragihandina agahiya rast a ji bo civakê tevî hemû zext, girtin û binçavkirinan jî dewam bikin. Em di vê helwesta xwe de bi biryar in. Em vê helwesta çewisandin û zextê bi tundî şermezar dikin ! Divê ev bêhiqûqî demildest bi dawî bibe. Em ê mekanîzmayên ku dibin asteng rojnameger peywira xwe bi cih bînin, her tim teşhîr bikin. Rojnamevanî ne sûc e! Çapemeniyê azad nayê bêdengkirin”

‘LI KURDISTANÊ POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET HEYE’

Piştî daxuyaniyê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî axivî û wiha got: “Polîtîkayên şerê taybet ne tiştekî nû ye ku em dibînin. Li Kurdistanê ev demek dirêje em bi van polîtîkayan re tên rû hev. Li Colemêrgê kedkara çepemeniya azad Rabîa Onver çeteyê fuhuşê derxist holê. Li Kurdistanê fuhuş û hişbir tê normalkirin. Rabîa karekî pir girîng kir. Em vê gotinê ji kesên ku biryara girtina Rabîa daye re bêjin, Rabîa dewlet bi çeteyan re li ser sûc girtiye.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Çapemeniya azad bêdeng name’, ‘Zext nikarin bi me serî bidin tewandin’ bidawî bû.