Li Kobanê civîna li ser 8’ê Adarê

Li Kobanê civîna li ser 8’ê Adarê

Li gundê Qerehelenc a Kobanê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, Yekîtiya Star civînek ji gel re lidar xist.

Yekîtiya Star di çarçoveya rêze çalakiyên xwe de, li gundê Qerehelenc a Kobanê civînek ji gel re lidar xist. Civîn bi beşdariya sedan kesî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di civînê de endama Yekîtiya Star Peyman Kobanê axivî. Kobanê 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û her 3 siyasetmedarên jin ên li Parîsê hatin Qetilkirin bi bîranî. Kobanê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku bi yek ruhî ji bo azadiya xwe têbikoşin.

Piştî ku civîn bi dawî bû Koma Perwîn a Dîlanê govendên folklora kurdî ji beşdaran re pêşkêş kir.