Li Kantona Cizîrê yekemîn tabûra HPC-JIN hat ragihandin

Li bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê, di çarçoveya xebatên xweparastinê de bi navê Şehîd Arjîn yekemîn tabûra (Hêzên Parastina Civakî-Jin) HPC-Jin hat ragihandin.

Jinên ku di bin banê HPC'ê de tevlî xebatên parastinê dibin, di çarçoveya xebatên rêxistinkirina xweser ku ji meha Tîrmehê ya sala 2015’an ve tên meşandin de, yekemîn navenda xwe vekirin. Navenda ku navê Şervana YPJ’ê  Hemrîn Heso (Arjîn Mezlûm) a di 19’ê Tebaxa 2014’an de di berxwedana bajarokê Cezaa yê Girkê Legê de jiyana xwe jidest dabû, lê hatiye kirin, li taxa Kelasê ya Hesekê bi merasîmekê hate vekirin.

Di merasîmê de, Fermandara Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Mustefa, nûnerên HPC’ê yên jin ê li Serêkaniyê, Dirbêsiyê û bi deham jinên bajêr amade bûn.

Navend ji aliyê dayika têkoşer Arjîn, Wehîda Mehemed Hesen ve di nava tilîliyên dayika û dirûşmeyên silavkirina berxwedana YPG/YPJ’ê û dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat vekirin.

Di merasîmê de Fermandara Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Mustefa axivî û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û vekirina navendê li hemû jinan pîroz kir. Bêrîvan Mustefa destnîşan kir ramanên Rêberê Ocalan zincîra koletiya li ser jinan şikandiye û  wiha dom kir: "Bi saya fikir û ramanên Rêber Ocalan, jina kurd li Rojavayê Kurdistanê xwe îsbat kir ku dikare li hemberî hêzên terorîst liber xwe bide,  her wiha di  hemû qadan de roleke pêşeng bilîze."

Bêrîvan Mustefa destnîşan kir ku armanca beşdarbûna jinan di qadên leşkerî de ew e ku jiyana hevbeş û biratiya di navbera hemû pêkhateyan de biparêze û civakek wekhev ava bike.

Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Cîhan Xelîl axivî, li ser navê Kongreya Star Şervîn Hesekê, li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Yusra Ilyas û li ser navê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Suha Ebdulkerîm axivîn.

Di axaftinan de  4’ê Nîsanê û vekirina navendê hat pîrozkirin û hate gotin ku ev gav bi saya fikira Rêberê Gelê Kurd Ocalan pêk hatiyê.

Piştî axaftinan li ser jineke ku mafê xwe diparêz e şanoyek hate pêşkêşkirin. Merasîm bi gerandina govendê bidawî  bû.

Di navenda HPC-Jin a  Arjîn Mezlûm de 43 jin hene. Ji vana 35 Kurd, 8 Ereb ku ji wan ji Urdunê û yek jî ji Lubnanê ye.

...