Li Jin TV du pîrozbahî hene: 8'ê Adarê û salvegera 3'emîn a damezrandinê

Xebatkarên Jin TV li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê hem 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hem jî salvegera damezrandina televîzyona jinê pîroz dikin.

Xebatkarên Jin TV du pîrozbahiyan dikin. Îsal hem 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê hem jî salvegera 3'an a damezrandina Jin TV pîroz dikin.

Pîrozbahî li buroya televîzyonê ya li Silêmaniyeyê pêk tê. Xebatkarên çapemeniyê yên jin bi reng û dengê xwe 8'ê Adarê pîroz dikin.

Jin TV beriya niha bi 3 salan di 8'ê Adara 2018'an de li dijî polîtîkayên zayendîperest ji bo weşana bi nêrîna jinê ava bû.

Jin TV ku bi dirûşma "Dengê jinê, cewhera jiyanê" dest bi weşanê kir, bi Kurdî û gelek zimanên cuda weşanê dike.