Li Îzmîr û Manîsayê qetilkirinên jinan
Jina ciwan a bi navê Elîf K. a li navçeya Bayraklî ya Îzmîrê dijî, li mala xwe bi awayekî ku bi kêran hatiye qetilkirin hat dîtin. Li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê jî dayika 3 zarokan mirî hat dîtin.
Jina ciwan a bi navê Elîf K. a li navçeya Bayraklî ya Îzmîrê dijî, li mala xwe bi awayekî ku bi kêran hatiye qetilkirin hat dîtin. Li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê jî dayika 3 zarokan mirî hat dîtin.
Jina ciwan a bi navê Elîf K. a li navçeya Bayraklî ya Îzmîrê dijî, li mala xwe bi awayekî ku bi kêran hatiye qetilkirin hat dîtin. Li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê jî dayika 3 zarokan a mirî hat dîtin.
Elîf K. a 21 salî ya li Taxa Osmangazî ya girêdayî navçeya Bayraklî ya Îzmîrê dijî, li mala xwe mirî hat dîtin. Piştî bêhn ji hundirî malê hat bang li polîsan hat kirin, polîsên hatin cihê bûyerê û derî vekirin, Elîf K. bi awayekî ku bi kêrê hatiye qetilkirin û li nav xaliyê pêçayî hat dîtin.
Piştî lêkolînan hat diyarkirin ku Elîf K. beriya 3 rojan hatiye qetilkirin. Cenazeyê wê ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê.
Her wiha dayika 3 zarokan Melîha Turkmen a li Taxa Yedî Eylul a girêdayî navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê dijî, di mala xwe de mirî hat dîtin. Hat îdîakirin ku Turkmen piştî ku li gel hevser, bav û zarokên xwe taşte xwariye, derbasî odeya xwe bûye û di odeyê de xwe bi çifteya nêçîrê kuştiye.
Cenazeyê Turkmen piştî ku dozger li cihê bûyerê xebatên lêkolînê qedand ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê.