Li Îlamê heftane 4 jin, li Îranê 13 jin xwe dikujin

Li Îlamê heftane 4 jin, li Îranê 13 jin xwe dikujin

Li gorî agahiyên civaknas, parêzvanên mafê mirovan û saziyên mafê mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê dane, li Îranê rêjeya xwekuştinê gihiştiye asteke metirsîdar. Bi taybet i çar bajarên Rojhilatê Kurdistanê Îlam, Kirmanşan, Sine û Hemedan di rêza yekem de ne. Li gorî hin daneyên van çavkaniyan li Îranê heftane 13 kes xwe dikujin, lê ev rêje li Îlamê heftane 4. Endama Koordînasyona KJB’ê Besê Şîmal diyar kir ku Miroveke xwe dikuje mîsoger e ku di nava bêhevitiyeke pirr kûr û bêçare de biryara dawî anîna li jiyana xwe dide.

Li gorî gotina Dr. Cafer Buelherî Serokê Enstûtiya Psîkolojiyê Beşa Sosyolojiyê ya Tehranê; li Îranê her sal 60 hezar kes dikeve nava hewldana xwekuştinê. Li gorî Sekretera Encûmena Beşa Psîkolojiyê Pervîz Muzahirî; li Îranê ji %25’ê civakê pirsgirêkên xwe yên psîkolojîk hene. Li gorî daxuyaniyên fermî yên tenduristiyê ya dewletê îsal li gorî salên berê li Îranê 9.4 qat xwekuştin, zêde bûye.

Her wiha tê gotin ku her roj li Îranê 13 kes xwedikuje. Bi ya Dr. Huseyn Lacîwerd jî li Îranê li gorî mêran jin heşt qad zêdetir dikevin nava hewldana xwekuştinê. Xwekuştina jinan li Îranê 4.5 ya mêran jî 2. 5’e. Çar bajar rekora xwe kujiya jinan şkandiye Îlam, Kirmanşan, Sine û Hemedan in.

Xwekuştina mirovan û bi taybet jî yê jinan li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li gel hemû sansûra dewletê, kêm jî be derdikeve derve û em hewl didin xwe bigihînin wan agahiyan. Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ne tenê xwekuştina jinan, tund û tujî li hember jinan, fihûş, sîxe (fihûşa fermî bûyî), bikaranîna madeyên hişber, qetilkirina jinan, darvekirin û hê gellek mijarên din yên jêdera xwe ji zayendparêziya civakî digire, bi awayeke kûr têne hene.

Bi ya agahiyên Sadiq Rûstemiyê Serokê Rêxistina Tendûristiyê ya Eyaleta Îlamêye di serî herêmên herî zêde xwekuştin lê rû didin de Îlam tê. Rûstemî di daxuyaniya xwede anîbû ziman ku li herêma Îlamê û bi taybet jî li bajarê Eywanê êdî xwekuştin asta krîtîk jî bihûriye. Di daxuyaniya xwe ya dabû ajansa nûçeyan ya ISNA’yê de anîbû ziman ku li Eyaleta Îlamê di nava heftiyê de herî kêm çar kes xwe dikuje. Rûstemî her wiha tîne ziman ku rêjeya herî bilind yên xwekuştinan jî ji jinên ciwan yên zewicî pêk tên. Bi taybet yên temenê xwe ji 30 jêrdetir, xwe dikujin. Rûstemî, sedema van xwekuştinên li Îamê rû didin jî weke ‘telaq dan û pirsgirêkên pişt wî re tên’ dabû nîşandan.

Di dîrokeke cûdatir de jî Parlementerê Îlamê Daryuş Qabarî jî dabû xuyankirin ku di sala 2011’an de li Îlamê 2000 kes xwe kuştine. Sedema vê ya esasî jî weke bêkarî û pirsgirêkên ekonomîk dabû nîşandan.

Bêguman xwekuştin, li paytexta Îranê Tehran, Zencan, Gîlan, Turkmensahra, Lorestan û li gellek eyaletên din yên Îranê jî çêdibin. Lê, li Zencan û Gîlanê xwekuştina mêran zêdetire ji ya jinan. Li Lorestan, Turkmensahra û Îlamê jî jinên ciwan yên zewicî zêdetir xwe dikujin. Lê, li seranserê Îranê de zêdetir ciwan (jin-mêr) dawî li jiyana xwe tînin. Sedemên esasî jî pirsgirêkên nav malbatî, bêkarî û xizanî têne nîşandan. Li gorî lêkolînên hatine kirin zêdetir sedemên ku dihêle jin xwe bikûjin wiha ne; pirsgirêkên malbatî, hezkirina kêm, zewaca zû, ferqa temen ya dinavbera jin û mêr de, ne lihevkirinên dinavbera hevseran, zewaca bi çend jinan re, bê eleqetiya li hember karên malê, telaq, tabû û xizaniye. Li Îlamê %80 jinên ciwan xwekuştine. Ji vana jî %18 ji ber derbaskirina depresyonê xwekuştine. %14 ji ber bêbextiyên di mijara namûsa malê de û %8 jî ji ber xizaniyê ye.

Me derbarê mijarê de rêxistina sêwan a jina KJB’ê ku xwe li Kurdistan, Rojhilata Navîn û gelek deverên din bi rêxistin kiriye, da. Endama Kordînasyona KJB (Koma Jinên Bilind) Besê Şîmal bersiv da pirsên ANF’ê yên derbarê xwekuştina jinan de û xwekuştinê pênase kir.

Mirov çima dawî li jiyana xwe tîne?

Eger sedemên pirr girîng û sotîner nebe tu mirov dawî li jiyana xwe naîne. Xwekuştin xala dawiyê ye. Xwekuştin, li hember neheqiyên ku li mirov têne kirin, zilm û zora rûberûyê wî tê, jêre dibêje êdî bes e. Eger hêviyeke tenê jî mîna çirûskeke agir jî hebe ne bawer im ku tu mirov bi taybet jî jin serî li vê rêbazê bide. Miroveke xwe dikuje mîsoger e ku di nava bêhevitiyeke pirr kûr û bêçare de biryara dawî anîna li jiyana xwe dide.

Biqasî ku min ji we fêhm kir we xwekuştinê weke cûreyeke serî rakirinê ango îsyanê nirxand?

Rast e ez weke cûreyeke îsyanê dinirxînim. Min got ferd dibêje ji her tiştî re êdî bes e. Îsyan dike. Xwekuştin tişteke wer hêsan nîne. Herkes nikare wer hêsan bi rêbazên pirr dijwar xwe bikûje. Lê, eger li gorî xwe sedemeke wê ya girîng hebe û tu hêviyeke wê yan jî wî li ser rûyê erdê ne mabe li dewsa jiyaneke tije bi êşkence, bê îrade, bê rûmet û dagirtî ji heqaret û biçûkxistinan, mirinê dihilbijêre. Sedema yekemîn ya xwekuştinan jinan jî ez bi zayendparêziya civakî ve girê didim. Di civakeke ku jin weke mirovek jî nayê dîtin û tenê weke xizmetkareke mêr tê nirxandin de, dê teqez ti xweşiya wê jiyanê ji jinê re nemîne. Jin jî li dewsa her kelî mirineke biêşkence ya zindî, wê xwekuştinê jixwere hilbijêre.

Birastî jî zehf nakoke di aliyek de mirov şev û roj dixebite, hemû xeteriyan dide berçav ji bo, jiyanê. Lê, di milê din de jî dikare bi biryara xwe dawî li jiyana xwe bîne? Destê mirovan çawa ji jiyanê dibe?

Jiyan bi rastî jî xweş e. Jixwe navê wê li ser e jiyan e. Em li tevahî zindiyan jî temaşe bikin ku, jixwe gerdûn bixwe jî ji bo xwe bidomîne tim di nava liv û tevgerekî de ye, tim qadeke hilberîn û tekoşînê ye. Di her candareke xwezayê de ajoya wê ya dewamkirina jiyana xwe heye. Bi awayeke xwezayî ev ajo di hebûna herî pêşketî mirov de jî heye. Li moristanekî temaşe bikin ji bo bijî, barên herî giran dide ser pişta xwe, yek kêlî jî ranaweste. Tu darekî jê dikî piştî demekî hema temaşe dikî di ciheke din de çiqileke wê şîn bûye. Yanî xweza û gerdûn tim li pey jiyanê û bi taybet jî jiyaneke xweşik e. Dema em tên li ser rastiya mirov jî em mirov weke xulaseya gerdûnê bi nav dikin. Bi rastî jî gerdûn herî baş xwe di mirov de îfade dike. Mirov, hebûneke muhteşem e. Heta xwedî hêzeke wer mezine ku dikare heq ji her tiştî were.

¬MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST MIROV, JI MIROVBÛNA WÊ DERXISTIYE

Lê, mixabin modernîteya kapîtalîst mirov ji mirovbûna wê derxistiye. Mirov di her mijarekî de bê parastin hiştiye. Heta, her ku diçe li dewsa mirovên şahane û tije hest, robotên di qilifê mirovan de pêşdixînin. Îradeya hest û fikir her ku diçe lewaz dike. Yanî her tişteke mirov dike mirov, modernîte hewl dide jê qut bike. Bi taybet bi modernîteya kapîtalîst re mirov di dema xwe ya herî bêhêz hatiye, hiştin de ye.

Ji loma mirov, li hember ew pirsgirêkên ku di civakê de rû didin, xemsariya civakê ya li hember mirovên xwe, xwe tenê hîskirina ferd, kûrbûna zêhniyeta pragmatîst di civakê de, dibe sedem ku ferd berbi biryareke wisa ve biçe.

We gellek sedem rêzkirin û we got; ferd yanjî bi taybet jin ji ber van sedeman rêya tenê ya çareseriyê jixwe re mirinê dibîne. Hun weke tevgereke jin ev cûre mirin qebûl dikin?

Em nikarin wer sivik nêzîkê vê bûyerê bibin. Em ew sedemên ku ferd û bi taybet jî jin dibin mirinê jî fêhm dikin, heta asteyekî jî em maneyê didin wan e. Em ji encaman nakevin rê. Em hewl didin dakevin koka pirsgirêkê, tiştên ku bûne sedem çine, lêkolîn dikin û çima mirovek biryara dawî anîna li jiyana xwe digire jî dixin ber lêpirsînê. Di vir de helbet, pêwîste em empatiyê çêbikin û neçin şîroveyên erzan. Yan jî em nikarin bêjin, zêde tiştek nebû hema di wê kêliyê de dilê wê teng bû ji loma xwekuşt. Ev wê bibe sedem ku em nikaribin pêşî li van xwe kuştinan jî bigirin. Lê, bila şaş neyê fêhm kirin wexta ez dibêjim em maneyê didin xwekuştinan em xwekuştinan erê dikin. Dibêjim ku divê em wan mirovan baş fêhm bikin û rêyên çareseriyê yên alternatîf ji wan re biafirînin. Ev erkê me mirovan tev e. Yanî erkeke exlaqî ye. Eger alternatîfê van mirovan hebûya ez bawer nakim ku ti kes bixwaze dest ji jiyanê berde.

¬Li gorî felsefeya Stuaparêzan jî, xwekuştina mirovê têgihiştî weke exlaqî rast dibînin. Heta ne tenê parastine gotine di van şertan de jî ferd dikare xwebikuje. Xwekuştin di van şertan de ne şaş e; 1) Wexta bikeve bin ximeta hindek din yanjî welat de dikare bibe. 2) Wexta kes neçarê karên derveyî qanûnî yanjî exlaqî were kirin, dibe, 3) Di nexweşiyên kronîk de, gengaz e. Hun vê felsefeyê erê dikin?

-Me got bi ti awayî em qebûl nakin. Mirov hebûneke ewqas e şahane ye ku dikare di temenê xwe yê 70 saliyê de jî hilberîne. Mînakên vê zehf in. Her serdemeke mirov xwedî mane û bedewiyeke mezin e. Mînak, mirovên temenê xwe mezin mirovên herî zanane. Kombûna hemû ezmûnên jiyanê di wî de berbiçav bûye. Weke xezîneyeke ku mirov dikare ji fikrên wî sûd werbigire. Cûda jî her demeke jiyana mirov tameke cûdatir dide mirov.

Mirov jî mîna çar demsalan e. Bihar, havîn, payîz û zivistan...

-Raste rast e. Her demsalek xwedî bedewiyeke cûda ye. Ji loma her kêliyeke jiyana me jî xwedî maneye. Yanî ev fîlozof zêdetir ez bawer im di mijara xwe nûkirin û berhem înanê de xwekuştinê parastine. Ew jî li gorî xwe dibêjin divê mirov tim li pey jiyaneke watedar û felsefîk be. Her wiha wexta te nekarî ji xwe tişteke tevlî jiyanê bikî û te xwe dûbare kir, tu bimrî ji wî rewşê baştir e. Ez di vir de beşdar dibim ku divê mirov tim li pey jiyaneke watedar û bedewbe. Lê, em dibêjin mirov li gorî tespîtên ilmî dikare her timî xwe nû bike. Hêzeke awarte ya mirov heye ku xwe ji wê rewşa ji rêzê derxîne. Her wiha em di wê baweriyê de ne ku ti tiştek ser rûyê xwezayê bêkêr nîne. Her tiş li gorî xwe xwedî maneyeke.

Lê raste, belkî di jiyana me tevan de jî demên zehmet yên krîzê çêdibin. Heta di kar û xebatên xwede, di jiyana xwede têkçûye û ketiye nava bûhraneke mezin jî. Birastî jî serhev nebe jî hema hema di jiyana her mirovekî de demên wisa xwe bêçare hîs kiriye heye. Lê, eger mirov û civata derdora wî, wî mirovî tenê ne hêlin, di nava diyalogê de bin, hêz bidin hev, biberpirsyar tevbigerin û ya girîng jî alîkarî dayîna wan mirovan weke wezîfeyeke xwe ya exlaqî bibînin, bawer dikim ku wê ew mirov, bikare xwe ji wê rewşê rizgar bike. Mirov xwedî hêzeke awarte ya veşariye. Mirovê ku dikare agir bi bedena xwe bixe, wê bikare heman îradeyê veguherînê hêza tekoşînê jî.

¬De başe. Hun ji derveyî van nêrînan tev beşdarî felsefeya Stuaparêzan dibin. Ez bawerim ku di dîroka we de jî yên agir bi bedena xwe xistine yanjî çûne xwe teqandine hene. Ev jî nakeve heman çarçoveyê?

-Nexêr. Raste li gel me jî di dîrokên cûda cûda de kêm jî be bûyerên wiha rû dane. Lê, ev li ser esasê çalakiyên fedayî hatine pêşxistin. Bi temamî mirovên ku xwe fedayê azadiya welatê xwe û gelê xwe kirine, ev cûre çalakî hilbijartine. Em weke çalakiyên fedayî bi nav dikin. Ji bûyerên xwekuştinê pirr cûdatir e. Bi temamî mirovên kolektîfin. Mirovên berjewendiyên kolektîf yên gelê xwe difikirinin. Di hindek rewşên pirr krîtîk de eger xizmetê ji azadiya gelekî re bike û ji bo jiyaneke watedar çêbibe dibe ku mirov qebûl bike. Lê, hevalên me yên ku vê rêyê hilbijartine jî bi temamî bi îradeya xwe ya şexsî biryardane û pêkanîne. Bes, ji derveyî rewşên awarte em bi ti awayî ne di nava xwede, nejî ji derve de vê rêbazê rast nabînin û li dijî wê jî emê hewldanên xwe yên cûr be cûr pêşbixînin. Yanî heta niha jî ne Rêber Apo ne jî weke tevger me vê rêbazê ne pejirandiye. Lê, ji yên bi îradeya xwe serî li çalakiyên fedayî didin re jî em rêzdayîneke mezin didin. Dibe ku hun jî li rastê hatibin Rêbertî di gellek hevdîtinên xwede ciwanan di vê mijarê de hişyarî kiriye û li dewsa vê rêbazê vexwandiye tekoşînê. Ev rêbazene bi taybet Rêbertiya me nerihet dike. Ji loma di her fersendekê de li dewsa çalakiyên fedayî jî banga bilindkirina tekoşîna azadiyê dike.

Mirov dikare sedema xwekuştinan tenê bi faktorekî ve girê bide?

niha em nikarin sedema xwekuştinan mînak ya 1 milyon mirovî tenê bi yek faktorîve girê bidin. Ji ber tevî ku taybetmendiyên mirovan yên pirr hevbeş hene jî, lê ewqase jî ferq heye. Yanjî weke hindek tespîtên qaşo ilmî em nikarin bi coxrafya ve jî girê bidin. Ya yekê em nikarin xwekuştina hemû mirovan tenê bi yek sedemî ve girê bidin. Ya duyemîn jî wexta mirovek xwe dikuje mîsoger gellek tişt zemîn ji xwekuştina wî re hazir dike. Niha hinek sedem hene dibe ku di mirov de eger fikra xwe kuştinê hebe kûrtir bike, lê nabe sedema wê ya esasî. Mînak dibe hewa yanjî coxrafya bandor bike. Lê nabin sedemên esasî. Mîsal di ilim de sedemên xwekuştinan wiha rêz kirine; sedemên coxrafî, sedemên psîkolojîık, sedemên felsefîk, sedemên sosyolojîk.

Hun kîjanê zêdetir nêzî rastiyê dibînin?

-Sedema sosyolojîk zêdetir nêzî rastiyê ye. Ji ber mirov hebûneke civakî ye. Mîna goşt û neynûkê bihev ve girêdayî ye. Civak, mala mirov e. Tu maleke ne aram, tim bi pirsgirêk, ne heqî têde heye, ferq û cûdahî dixe navbera zarokên xwe û pragramatîste bifikire, wê ferd bikare li wir jiyan bike yan jî bijî jî wê çawa bijî? Bi rastî jî zehmet e. Civaka me jî mala me ye. Eger pîvanên exlaqî kêm bûbe di civakê de wê bandor li ser wijdana wî jî bike. Gellek caran jin xwedikuje yan dibêjin başe ku xwe kuştiye yanjî bêçare bêçare lê, temaşe dikin. Heta, her roj mirov xwe dikuje di civakê de kes sedema wê ya civakî napirse û di ser de jî hema ew kesê xwekuştiye gunehbar dikin. Ev jî tê wê wateyê ku di wijdana civakî de jî hêdî hêdî lewaziyên cidî çêdibin.

Mirovê ku xwedikuje gelo banga biwijdanbûnê li civakê dike?

-Eger civak ji nirxên xwe yên exlaqî hatibe dûrxistin, wê li hember bûyereke wisa wijdana wî jî ne êşe. Qêrîn û îsyana wan mirovan nabihîsin. Mane nadinê. Dibe ku qismeke kêm ya civakê derûniya wan fêhm bike lê, li dewsa ku xwe di ber mirina wan de berpirsyar bibîne, tewanbar dike. Heta em ji lêkolînan jî dizanin gellek car ew bixwe israr dikin ku bi taybet jin xwe bikujin. Eger ew wê kesê neçarê mirinê kiribin wê çawa wijdana wan biêşe?

Mirov dikare bêje civak exlaq û wijdanê xwe bi temamî ji dest daye?

-Em nikarin bêjin civak bi temamî exlaq û wijdanê xwe ji dest daye. Ji ber eger wisabana wê evqas tevgerên azadîxwaz, demokratîk û ji bo mafê mirovan têdikoşin jî nebûya. Ya rastîn wê em jî nebûya. Ew exlaqê civakî ya tam ji dest nehatiye dayîn bûye sedem ku em jî weke tevgera azadiya Kurdistan û tevgera azadiya jinan derbikevin û têbikoşin. Herhal em ji ezmanan daneketine. Helbet, em jî zarokên vê civakêne û em ji nava vê civakê derketine. Berpirsyarê vêya sîstema dewletparêz û desthilatdariye. Ew civakê anîne vê astê ku li hember mirovên xwe bêrehm nêzîk bibin.

mînak, mêrê ji derve de têkçûyî, tê hemû hêrsa xwe ji hevser û zarokên xwede derdixîne. Êdî sîstem mirovan aniye wê astê ku dîn dibin hemû malbata xwe tev ji holê radikin hem jî guleya dawî li xwe dixe. Mesela di van demên dawiyê de bûyerên bi vî awayî li Tirkiyê pirr rû didin. Êdî tehemûla mirovan nemaye. Derdora xwe jî qetil dikin xwe jî qetil dikin.

XWEKUŞTIN TENÊ XWE BI AWAYEKE FIZÎKÎ JI HOLÊRAKIRIN NÎNE

We di nivîseke xwe de fihûşê weke xwekuştinê nirxandibû. Hun fihuşê çawa weke xwekuştinê şîrove dikin?

-Ya rast ne tenê fihûşê, ez hemû ev jirêderketinên civakî heta bikaranîna madeyên hişbir jî di çarçoveya xwekuştinê de dinirxînim. Ev jî cûreyên cûdatir yên xwekuştinêne. Jinek eger dikeve nava xefka fihûşê wer ji ber kêfa wê xwestiye, nake. Mîsogere ku gellek faktor hene. Jin bi fihûşê her roj bedena xwe parçe dike û li rastê her cûre pêkanînên derveyî mirovahiyê tê. Jineke ketiye nava fihûşê her kêlî heqaret li wê têkirin. Lê, em dizanin ku gellek jin ji ber pirsgirêkên ekonomîk û ji bo xuşk-bira yanjî zarokên xwe têr bike, serî li vê rabazê didin. Yan derfetên kar hebe û feqîrî nebe, kîjan jin wê biçe wê mirina her kêlî tercîh bike. Her wisa sîxetî jî zêdetir bi van sedeman pêşketiye. Jin ji bo debara xwe ti çareyeke din nabîne, diçe vê rêkê. Sîstem hem jinan neçarê fihûşê dike û ti rêyeke din ya jiyanê ji wan re nahêle hem jî di aliyeke din de qaşo ji ber meseleyên exlaqî ceza dike, darve dike. Min dê bi gota paradokse lê, nabêjim. Ji ber tê fêhmkirin. Dewlet ji bo berjewendiyên xwe û ji bo berjewendiyê mêrê desthilatdar kîjan rêbaz baş be wê rêbazê pêk tîne. Xwekuştin tenê xwe bi awayeke fizîkî ji holê rakirin nîne. Çarçoveya pênaseya xwekuştinê pirr berfireh e.

Berdewam dike…