Li Hindistanê di doza tecawîzê ya komî ku deng veda de 5 tecawîzkar derxistin pêşberî dadger. Bersûc bi tacîz û tecawîzê tên sûcdarkirin.
Li paytext Delhiya Nû îro cara yekemîn bersûcên ku jinan ciwan ya 23 salî revandin, bi tecawîz û kuştinê hatin sûcdarkirin. Doza ku nêzî saetekî berdewam kir taloqî 10’ê çîle kirin.
Di dozê ji bo bersûc bê parastin, parêzer hatin tayînkirin û ji van parêzeran yekî diyar kir ku ew tayînkirinê qebûl dike. Ji ber vê yekê parêzeran ku gotin ew parastina bersûcan qebûl nakin bertek nîşanê vê da. Ji ber vê yekê alozî derket û dadger Namrîta Aggarwan biryar da ku danişînê girtî bidomîne.
Sûcdarî li ruyê bersûcan hate xwendin û ji van bersûcan yek ku tê diyar kirin ku 17 salî ye biryar hat dayîn ku li Dadgeha Zarokan bê darizandin.
Bersûcên ku nasnameyên wan weke Ram Singh, Mukesh Singh, Pawan Gupta, Vinay Sharma û Akshay Thakur hat aşkerakirin j iber vê sûcdariyê dibe cezayê mirinê bigirin.
Di 16’ê kanûnê de li Delhiya Nû ya Hindistanê jina 23 salî ji aliyê rêwiyên otobusê ve rastî tecawîzê hatibû û piştre hatibû kuştin. Di dema bûyerê de hevalê jina ciwan jî bi giranî birîndar bibû.
Li aliyê din roja şemiyê li Delhiya Nû jineke 21 salî cesedê wê hatibû dîtin û hat tesbîtkiri ku beriya bê kuştin rastî tecawîzê hatiye. Polîs der barê vê de jî lêpirsînan didomîne.