Li Hindistanê protestoya tecawizê

Li Hindistanê protestoya tecawizê

Li pateyxta Hindistan Delhiya Nû protestoya tecawizê hate lidarxistin. Êvara roja yekşemê xwendekarek jin di otobusê de ji aliyê komekê ve hate tecawizkirin. Li hemberî vê yekê bi hezaran jin daketin qadan.

Jinên ku li ber avahiya serokdewletiyê kom bûn, tecawizkirina jina 23 salî proesto kirin. Di çalakiyê de dirûşimên wek “Em ji bo mafên jinan wekheviyê dixwazin” hatin qêrîn. Jinan desthilatiya zilamê rexne kirin û bal kişandin tecawizên li hemberî jinan her ku diçin zêdetir dibin. Jinan bang li rêxistinên sivîl û rayedarên dewletê kirin ku li hemberî van bûyeran bihîstiyar bikin.

Rêbera Partiya Kongreyê Sonia Gandî daxuyaniyek da û diyar kir ku ev bûyera tecawizê şermeke li stûyê welêt û got ku divê hukûmet deyn û bala xwe bide ser vê bûyerê. Wezîrê Navxweyî yê Hindê Sushilkumar Shinde jî diyar kir ku divê ev otobusên bi vî awayî ji trafîka bajêr bêne derxistin.

Roja yekşemê xwendekarek jin ji bo ew û hevalê xwe biçin sînemayê li otobusekê siwar bûn. 6 kesên ku di otobusê de bûn bi hesinan li hevalê wê xisitn û piştre wê tecawiz kiribûn. Piştî bûyerê 4 kesên tecawizkar roja duşemê hatin girtin. Tê diyarkirin ku jina li rastî tecawizê hat li nexweşxaneyê ye û rewşa wê krîtîk e. Li Hindistanê ji bo kesên tecawizkar herî zêde 10 sal cezayê girtîgehê digirin. Lê di vê bûyerê de cezayê mirinê tê xwestin.

Her wiha, vê bûyerê xemsariya çapemeniyê ya li hemberî bûyerên tecawizê jî anî rojevê. Bûyer hate rojeva parlementoyê û muxalîfan daxwaz kirin ku cezayê mirinê li tecawizkaran bê birîn. Li gorî daneyên fermî bûyerên tecawizê li Hindistanê di navbera 1990-2008 de du qat zêde bûne.