Li Hindistanê bi hezaran kesî xwest Serokê Dadgeha Bilind îstifa bike

Li Hindistanê bi hezaran kesî xwest ku Serokê Dadgeha Bilind ê ku di dema rûniştinekê de pêşniyar kir tecawûzkar û mexdûr bi hev re were zewicandin, îstifa bike.

Roja Duşemê Daraz Sharad Arvînd Bobde daxwaza berdana teknîsyenek ê hikumetê yê ku bi tecawûzkirina zarokek keç dihat sûcbarkirin, lêkolîn kir.

Serokê Dadgeha bilind Bobde ji bo sûcbar got; “Ger tu bixwazî li gel wê bizewicî, ez dikarim bi te re bibim alîkar. Ger bêjî na, tu wê karê xwe ji dest bidî û bikevî girtîgehê.”

Di dema vê pêşniyarê de rê li ber bertekên mezin hate vekirin. Parêzvanên mafên jinan ji bo îstifaya dadger nameyek vekirî nivîsandin. Ji 5 hezaran kesî zêdetir îmze hate komkirin.

Parêzvana mafên jinan Vanî Sûbramanîan wiha bertek nîşan da; “Hûn Serdarazê Hindistan, ji bo vê bûyerê ji tecawûzkarî daxwaza bi mexdûr re zewicandinê dikî, hûn wê bi zorê radestî celadê wê dikin, we xwest ku wê mehkumî jiyana tecawûzê bikin.”