BI DÎMEN

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê nexweşxaneya jinê vebû

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê nexweşxaneya jinê vebû.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê nexweşxaneya jinê vebû. Di merasîma vekirinê de endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Fatma Adir, Endama Koordînasyona Koma Jinên Kurdistanê (KJK) Sakîne Karakoçan, endama Komîteya Tenduristiyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Nûjîn Herekol û gelek gerîlayên jin amade bûn.

Ji gelek qadan û ji gelek yekîneyên leşkerî gerîlayên jin herikîn cihê merasîma vekirinê. Di merasîma vekirinê ya bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe", "Jin Jiyan Azadî" hatin qîrîn. Merasîma vekirinê aktîvîteyên gerîlayan dewam kir.

Ev nexweşxane ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê cara yekê ye vedibe, navê gerîlaya YJA Starê Dr. Amara ya di sala 2012'an de li Xakurkê jiyana xwe ji dest da, lê hat kirin. Nexweşxaneya Şehîd Amara wê hem bi pirsgirêkên tenduristiyê yên gerîlayên jin, hem jî yên gel re mijûl bibe.