Li Hamburgê panela tundiya li ser jinê

Li Hamburgê panela tundiya li ser jinê

Li bajarê Almanya Hamburgê ji aliyê Meclîsa Jinên Kurd ve panelek li ser tundiya li ser jinê tê meşandin hate lidarxistin. Parlementera BDPê ya Amedê Nûrsel Aydogan û nivîskar-rojnamevan Esra Çîftçî beşdar bûn.

Parlementer Aydogan di panela li Zanîngeha Hamburgê de axivî û diyar kir ku tundî ne çarenûsa jinê ye û bal kişand ser girîngiya rêxistinbûn û têkoşîna jinan. Aydogan da zanîn ku çanda desthilatî ya 5 hezar salan a zilaman vîna jinan tune hesibandiye û tundiya li hemberî jinan a li Kurdistan û Tirkiyeyê nirxand.

Aydogan ragihand ku tundiya li ser jinê di dema desthilatiya AKPê de ji sedî 1400 zêde bûye û diyar kir ku jinên di nava siyasetê de cih digirin û tevlî çalakiyên polîtîk dibin jî para xwe ji vê yekê werdigirin.

Aydogan bi bîr xist ku li cîhanê bi milyonan jin li rastî tecawizê tên û gelek jin di bin qûrbanên cinayetên tore û namûsê.

Nivîskar û rojnamevan Esra Çîftçî jî di panelê de axivî û bal kişand ser bandorên tundiya li ser jinan tê meşandin.

Çîftçî da zanîn ku şerê li Kurdistanê tê meşandin gelek jinan mexdûr kiriye û da zanîn ku tundiya li ser jinê bi destê dewletê tê rewa kirin. Çîftçî ragihand ku zilamên ku jin kuştinê de di nava civakê de rêzdar dibin û ev yek jî rê li ber kuştinên nû yên jinan vedike.

Çîftçî bal kişand ser zewacên di temenên zarokatiyê de û diyar kir ku jinên ciwan ji bo pereyan tên firotin, piraniya vana jî neçar dimînin ku xwe bikujin.