Li Hambûrg, Berlîn û Den Haagê çalakiyên edaletê

Li bajarê Elmanya Hambûrg û Berlînê û li bajarê Hollanda Den Haagê çalakiyên "edalet û ronîkirinê" hatin lidarxistin.

Li bajarê Elmanya Hambûrg û Berlînê û li bajarê Hollanda Den Haagê çalakiyên "edalet û ronîkirinê" hatin lidarxistin.

HAMBÛRG

Di çalakiya roja Çarşemê ya li bajarê Elmanya Hambûrgê de, ji bo şoreşgerên Kurd ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez edalet hat xwestin.

Di mîtînga bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn de li semta Altona hat lidarxistin, hat ragihandin ku cînayet ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin û hat destnîşankirin ku divê rayedarên Fransayê vê rastiyê bi awayekî fermî qebûl bikin û berpirsyar êdî bên darizandin.

Li ser navê çalakgeran Annett Bender peyivî û bang li hikûmeta Elmanya kir ku li hemberî hevkarê xwe yê NATO dewleta Tirkiyeyê helwestê nîşan bide. Bender anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê yên herî dawî li Kobanê 233 kes qetil kirin, rastiyeke nayê înkarkirin ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên destekkirin û bal kişand ser helwesta rayedarên Tirk a 'YPG ji DAIŞ'ê xetertir' e. Bender da zanîn ku hikûmeta Elman jî xwedî zîhniyetekî bi heman rengî ye û got, "Rayedarên Elman ên pêşî li tevlîbûna zarokan ji Elmanyayê li nava DAIŞ'ê nagirin, jineke ciwan a xwest tevlî xebatên nexweşxaneyê yên li Kobanê bibe ji balafirê peya kirin û dest danîn ser pasaporta wê."

Endama Meclîsa Jinê ya Rojbîn da xuyakirin ku ew polîtîkayên hikûmeta Elmanya yên di vê mijarê de şaş û xetere dibînin û destnîşan kir ku têkoşîna li dijî dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê ne tenê Kurdan û hevkarên wan ên li herêmê eleqedar dike, her kesî eleqedar dike.

Bender di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser doza li Dadgeha Eyaleta Hambûrgê ya siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr lê tê darizandin û anî ziman ku di rewşa heyî de her êrîş û hewldana li hemberî PKK'ê, bi awayekî neyekser desteka ji bo çeteyên DAIŞ'ê ye. Bender xwest qedexeya li ser PKK'ê were rakirin.

Di mîtîngê bi sedan belavok hatin belavkirin û çalakî bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê, bi armanca ronîkirina komkujiya Parîsê çalakiya edaletê hat lidarxistin. Çalakiya ji aliyê Meclîsa Jinê ya Berlînê DESTDAN ve hat organîzekirin, li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li Meydana Brandenbûrger Tor pêk hat.

Girseya gel pankarta bi nivîsa "Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin" vekir û wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hilda. Di çalakiyê de belavokên bi zimanên Elmanî, Îngilîzî û Fransî hatinb belavkirin û daxuyaniyek hat dayîn.

DEN HAAG

Li bajarê Hollanda Den Haagê jî jinan çalakî lidar xistin. Girseya gel dirûşma "Em hemû Sakîne, Fîdan, Leyla ne" qîriya û xwest, kiryarên komkujiyê tavilê werin aşkerakirin.

...