Li Fransayê serê her 40 deqeyan giliyekî destavêtinê tê kirin

Li gorî lêkolînek ji aliyê rojnameya Le Fîgaro ya Fransayê ve hat weşandin, di hejmara giliyên ji ber destavêtinê li saziyên pêwendîdar tê kirin, di nava 5 salan de ji sedî 18 zêde bûye.

Li gorî lêkolînek ji aliyê rojnameya Le Fîgaro ya Fransayê ve hat weşandin, di hejmara giliyên ji ber destavêtinê li saziyên pêwendîdar tê kirin, di nava 5 salan de ji sedî 18 zêde bûye.

Li gorî rojnameyê, di sala 2010'an de 10 hezar 762 giliyên destavêtinê li saziyên pêwenîdar hatin kirin. Ev gilî di sala 2014'an de gihîşt 12 hezar 762 caran.

Di nava heman demê de destavêtina li zarokan ji sedî 20 zêde bû.

Di sala 2010'an de 5 hezar 751 giliyên ji ber destavêtina li zarokan hat kirin. Di sala 2014'an de ehjmar gihîşt 6 hezar 936'an.

Le Fîgaro ragihand ku li Fransayê her roj 33 giliyên destavêtinê tên qeydkirin. Ev yek jî tê wê wateyê ku serê her 40 deqeyan bûyereke destavêtinê rû dide.

Ev yek giliyên li polîsan tê kirin û dûre sewqî dozgeriyê tên kirin e. Lê hejmara rastî, tê texmînkirin ku gelekî zêde ye.