Li Frankfûrtê ji bo sê jinên şoreşger daxwaze edaletê hat kirin

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara, ji bo sê jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiya edaletê hat lidarxistin.

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara, ji bo sê jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiya edaletê hat lidarxistin.

Çalakiyên edaletê yên ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez ên her hefte tên lidarxistin, dewam dikin.

Di çalakiya li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li Bokûmhaîme de wêneyên sê jinên şoreşger û pankarta bi nivîsa "Em ê ji bîr nekin" hatin hildan. Jinan bêdengiya Fransayê ya li pêşberî komkujiyê şermezar kirin û belavokên bi zimanê Elmanî yên li ser mijarê belav kirin.