Li Festîvala Zîlan panêla ''tundiya li ser jinê''

Li Festîvala Zîlan a Jinan a Navnetewî panêla bi mijara, ''Tundiya li ser jinê polîtîk e, dibe ku ew tu jî bûya'' dest pê kir.

Festîvala Zîlan a Jinan a Navnetewî ya 15'an li Leverkûsen a Elmanyayê bi panêla bi mijara, ''Tundiya li ser jinê polîtîk e, dibe ku ew tu jî bûya'' dest pê kir.

'TUNDIYA LI SER JINÊ LI HEMÛ QADÊN JIYANÊ YE'

Ji panêlîstan aktivîsa Kurd Zîlan Serhat destpêkê axivî û got, tundiya li ser jinê li hemû qadên jiyanê heye. Serhat got tundî ne tenê fizîkî ye, kedxwarî ye jî, bal kişande ser têkoşîna 40 salî û got, ji bo geşbûna hişmendiya jinê, ji bo ku nasnameya wê derkeve holê rûdanên girîng bûne. Serhat her wiha got bi kampanyayên TJK-E'yê yên li Ewropa armanc ew e ku tundiya li ser jinê ji qada taybet were derxistin.

Her wiha ji Yekîtiya Jinên Sosyalîst Hulya Yalçin jî bi mijara têkoşîna jinê axivî, Yalçin şoreşa Rojava slav kir û got, berê rêxistinên ku têkoşîna jinan didin li Rojava ye.