Li Ewropayê wê jin bi grevên femînîst li ber neheqiyê rabin

Li gelek welatên Ewropayê, jin wê li dijî neheqiya li wan tê kirin di 8'ê Adarê de bikevin grevê.

Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li dijî neheqiya di kar de ya navbera jin û mêr tê kirin, banga ji bo berxwedanê bilind dibe.

Li gelek welatên Ewropayê bi taybetî jî li Fransa, Elmanya û Belçîkayê, bi banga sendîkayan û tevgerên jinan ên femînîst wê grev bên lidarxistin.

Li gelek bajarên mezin ên Elmanyayê, li dijî mûçeyê newekhev ê li karên tenduristî, perwerde û gelek sektorên din, jin wê dakevin qadan û çalakiyên şermezarkirinê li dar bixin.

Li Fransayê îsal jî di çarçoveya 'grevên jinên femînîst' de wê di 8'ê Adarê de bi banga bi dehan komeleyên femînîst çalakî werin lidarxistin. Di çalakiyan de wê neheqiya li nava kar û malê li jinê tê kirin, tundiya li dijî jinê wê bên şermezarkirin.

Li paytext Parîsê jî di çarçoveya çalakiyên 'Greva femînîst' de wê bê xwestin, ku mafê mayinê ji wan jinên penaber re bên dayin ên ku heta niha ji vî mafî bêpar hatine hiştin.

Li Belçîkayê jî wê şert û mercên giran û newekheviya li sektorên tenduristî, perwerde û xizmetê bi çalakiyan bên şermezarkirin.