Bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê, li berbajarê Evry ya paytexta Franse Parîsê, li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê bi beşdariya siyasetmedarên Kurd Sakîne Karakoçan, Leyla Şoreşger, Hevseroka Meclîsa Gel a Evryê Emîne Ergul panelek hate lidarxistin.
Sakîne Karakolan di panela bi beşdariya 150 kesan pêk hat axivîn û destpêkê bal kişand ser berxwedana zîndanan a girtiyên Kurd û piştre pêvajoya siyasî nirxand. Karakoçan da zanîn ku hemû daxwazên greva birçîbûnê y a ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû, nehatine bicihanîn, divê dewlet pêngavan biavêje û hemû daxwazan pêk bîne.
Karakoçan destnîşan kir ku dewleta Tirk neçar maye ku bi Ocalan re hevdîtin pêk bîne û destnîşan kir ku ji hevdîtinên dawiyê jî tên dîtin ku tenê muxatab Îmralî ye.
Karakoçan piştre hat ser mijara sereke ya panleê û derbarê tekoşîna jinan a li hemberî tundiyê û bi taybet jî têkoşîna jinên Kurd de axaftin kir.
Di beşên din ên panelê de jî mijarên “Jinek çawa” û “Zilamek çawa” û pirsgirêkên civakî hatin gotûbêjkirin.
Di panelê de modelên demokratîk ên malbatê û têkoşîna jinên Kurd di nava tevgera siyasî û PKKê de hate gotûbêjkirin.