Li bajarê Efrînê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li Dijî Jinê civîna gel hate lidarxistin.
Civîn ji aliyê Yekîtiya Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li Mala Gel hate lidarxistin. Di civîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, Endama Yekîtiya Star Arşîm Xelîl axaftinek kir û li ser tundiya li hemberî jinê rawestiya. Xelîl got, divê jin di warê hişmendiyê de xwe pêşve bibin û rola xwe ya di nava civakê de zanibin, da ku karibe xwe biparêz e.
Civîn bi pirs û bersivan bidawî bû.