Li Dusseldorfê çalakiya edaletê: Kujer Erdogan!
Ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger, îro jî li Dusseldorfê çalakiya ji bo edaletê hate lidarxistin.
Ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger, îro jî li Dusseldorfê çalakiya ji bo edaletê hate lidarxistin.
Li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, ji bo sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin kuştin, vê hefteyê jî çalakiya lêgerîna li edaletê hate lidarxistin.
Çalakiya vê hefteyê bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîd û Windayan li Ewropayê (KOMAW) hate lidarxistin. Dayika Şehîd Dayika Nezîre li vir axivî û diyar kir, ev çar sal in jinên Kurd her rojên Çarşemê ji bo edlaetê li ber Konsolosxaneya Fransayê li hev dicivin. Dayika Nezîre got, "Di serî de dayik û malbatên şehîdan, divê tevahiya gelê Kurd bi xurtî xwedî li çalakiyên edaletê derkevin."
Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Kujerê zarokan Erdogan", "Şefê ISIS Erdogan", "Merkel fînanse dike, Erdogan bombeyan dibarîne", "Jin jiyan azadî-Sara, Rojbîn, Ronahî" hatin qîrîn.
Çalakî piştî belavkirina belavokan qediya.