Li Dusseldorfê çalakiya edaletê

Ji bo yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Elmanya Dusseldorfê çalakiya edaletê hat lidarxistin.

Di çalakiya ji aliyê Meclîsa Jinê ya Kolnê ve hat organîzekirin de, komkujiya li Pirsûsê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de li dijî DAIŞ û AKP'ê dirûşme hatin qîrîn. Hat ragihandin ku ronînekirina komkujiya li Parîsê tê wê wateyê ku Fransa jî di nav de heye.