Li Dusseldorfê 8’ê Adarê bi coş hate pîrozkirin
Li Dusseldorfê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi coş hate pîrozkirin. Di çalakiyê de htae diyarkirin ku wê jin bi ser bikevin.
Li Dusseldorfê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi coş hate pîrozkirin. Di çalakiyê de htae diyarkirin ku wê jin bi ser bikevin.
Li bajarê Dusseldorfê bi pêşengiya hevpar a jinên Kurd û jinên Elman meşek hate lidarxistin.
Jin saet di 14.30’an de li pêşiya DGB Haûsê kom bûn. Jinên Kurd bi cil û bergên neteweyî tevlî çalakiyê bûn.
Nûnera KNK’ê Nîlufer Koç di çalakiyê axivî. Koç bal kişand ser girtiyên 100 roj in di greva birçîbûnê de ne. Koç diyar kir ku salvegera 100’emîn a serhildana Qoçgiriyê ye û got, “Di şexsê Elîşêr û Zarîfe de ez têkoşîna azadiyê ya gelê me silav dikim.”
Enternasyonalên li Rojava jî peyamek ji çalakiyê re şandin. Peyam li ser navê Women Defend Rojava hate şandin û di peyamê de hate diyarkirin ku feraseta mêrserwer li her dera Rojhilata Navîn û Ewropayê derdikeve pêşberî me. Di peyamê de bal hate kişandin ser vî tiştî ku têkoşîna jinan a ku li Rojava li dijî DAÎŞ’ê hate kirin, ji bo hemû jinan e.
Nûnereke jinên Tamîlê jî axivî û kampanyaya ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem û 100 hezar îmze’ silav kir. Jinên Tamîlê diyar kirin ev kampanya ji bo wan jî dibe îlham.