Li Dusseldorf û Munchenê çalakiyên edaletê

Li bajarên Elmanya Dusseldorf û Munchenê çalakiyên edaletê hatin lidarxistin.

Li bajarên Elmanya Dusseldorf û Munchenê, ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiyên edaletê hatin lidarxistin. 

DUSSELDORF

Li bajarê Dusseldorfê, çalakiya "Em edaletê dixwazin, bêdengiya we ji ber hevkariya we ye" hat lidarxistin.

Girseya gel a li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li bajêr kom bû, bi zimanên Fransî û Elmanî dirûşme qîriyan û xwestin komkujiya li Parîsê bê ronîkirin. Li ser navê Însiyatîfa Jinê ya Dûîsbûrgê Nîlufer Kiliç li vir peyivî û anî ziman ku li hemberî Kurdan şerekî topyekûn hatiye destpêkirin, divê her kes di vê pêvajoyê de bêhtir bi hestyarî tevbigere. Di heman demê de banga beşdariya li çalakiyan kir. Piştî xwendina belavoka bi zimanê Elmanî girseya gel dawî li çalakiya xwe anî.

MUNCHEN

Li Munchenê Kurdistanî li ber Konsolosxaneya Fransayê civiyan û wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez vekirin. Di çalakiyê de li ser komkujiyê belavok hat xwendin û belavkirin. Di axaftinên li vir de hat ragihandin ku bêdengiya Fransayê tê wateya hevkariya wê û ev rewş nayê fêmkirin.

Di axaftinan de her wiha ji bo çalakiya îro saet 18:30 a li Stachusê ji bo şermezarkirina komkujiya li Pirsûsê, bombekirina qadên gerîla û tecrîda li ser Ocalan, banga tevlîbûnê hat kirin.