Li Dusseldorf û Munchenê çalakiyên edaletê
Li bajarên Elmanya Dusseldorf û Munchenê çalakiyên 'edalet û heqîqetê' hatin lidarxistin.
Li bajarên Elmanya Dusseldorf û Munchenê çalakiyên 'edalet û heqîqetê' hatin lidarxistin.
Ji bo ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarên Elmanya Dusseldorf û Munchenê çalakiyên 'edalet û heqîqetê' hatin lidarxistin.
DUSSELDORF
Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Dortmûndê li ber Konsolosxaneya Fransayê çalakiya edaletê hat lidarxistin. Di axaftina li ser navê Meclîsê de hat ragihandin ku heta berpirsyarên komkujiyê bên aşkerakirin û edalet bi cih were anîn, ew ê çalakiya xwe dewam bikin.
MUNCHEN
Cihê çalakiya li Munchenê jî pêşiya Konsolosxaneya Fransayê bû. Di çalakiya bi dirûşmeya "Bêdengiya we ji ber hevkariya we ye" de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û belavkirin. Di axaftinên li vê derê de hat bibîrxistin ku her çend di ser komkujiyê re zêdeyî du sal derbas bûne jî kiryar nehatine aşkerakirin. Hat ragihandin ku bêdengiya Fransayê ya li pêşberî vê rewşê nîşan dide ku ew jî di nav vî sûcî de heye û hat destnîşankirin, ku ev rewş nayê fêmkirin.