Li Dûîsbûrgê 8’ê Adarê bi meş û mîtîngekê hate pîrozkirin

Li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyaê jinan bi meş û mîtîngekê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kirin.

Li ser banga Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksek, Coûrage, Yenî Kadin û MLPD’ê saet 16:00’an tevgerên jinan ên li pêşiya stasyona Trenê ya Navenda Dûîsbûrgê kom bûn, mîtîngek lidar xistin.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre li ser navê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksek axaftin hate kirin. Di axaftinan de bal kişandin ser têkoşîna jinê ya di nava Têkoşîna Azadiya Kurd de.

Piştî axaftinan û şûnde jin heta Konîgstr.Formê meşiyan.

Piştî meşê û axaftinên hatin kirin hunermend derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Jinan li ber stranên Narînxanê govend gerandin. Koma mûzîkê ya Yenî Kadin jî derket ser dikê.

Li vir Hevşaredara berê ya Cizîrê Leyla Îmret axivî.

Di meşê de jî di çarçoveya kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ gelek îmze hatin komkirin.