Li Dûîsbûrg û Lîegeyê meclîsên jinan kongreyên xwe li dar xistin

Li Dûîsbûrga Elmanyayê û li Lîegeya Belçîkayê meclîsên jinan kongreyên xwe li dar xistin.

Li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel kongreya xwe ya 2’emîn li dar xist.

Kongre li NCDK’ê bi rêzgirtinê dest pê kir û bi xwendin û nirxandina rapora çalakiyan û rêziknameya meclîsê domiya.

Piştî nîqaşan ji bo serdema nû meclîs hate hilbijartin a ku ji 30 kes û 7 komîteyan pêk tê.

Kongre bi sloganên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bijî berxwedana Efrînê’ bi dawî bû.

 

LÎEGE

Li bajarê Lîegeyê yê Belçîkayê jî Meclîsa Jinan a Şehîd Ronahî kongreya xwe ya 7’emîn li dar xist.

Di kongreyê de endama TJK-E’yê Zelal Andok axivî û bal kişand ser pêngava ciwanan a bi navê ‘Serî Hilde’ û diyar kir ku bi giyanê ‘Serî Hilde’ divê ev pêvajo bidome.

Kongre bi xwendina raporan û rojeva hilbijartinê re domiya.

Kongre bi sloganên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.