Li Dîlokê jin ji bo 8’ê Adarê meşiyan

Li Dîlokê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi meşekê hate pîrozkirin.

Jin li Parka Kirkayakê hatin ba hev û pankartên ‘Ne peymana Stenbolê pêşiya cînayetan bigire’ ‘Keda me, bedena me, nasnameya me û azadiya me, ya me ye’ vekirin.

Jin bi dovîzên ‘Jin, jiyan, azadî, ‘Lêgerîna tazî êşkence ye’ û ‘Gulistan Dokû li ku ye’ heta Parka Yeşîlsûyê meşiyan.

Li vê derê li ser navê jinan Gul Fîdan Ozpolat daxuyanî xwend. Ozpolat diyar kir ku di sala 2020’an de li Tirkiyeyê herî kêm 300 jin hatine qetilkirin û 171 jin jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane. Ozpolat got ku, “Ji ber nedana ceza û bêhiqûqiyê şîddeta li ser jinan zêde bûye .Jin bi metodên hovane li ber çavê dewletê tê kuştin, kujerên jinan serbest tên berdan. Ev jî şîddeta li ser jinan zêdetir dike.”

Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.