'Li dijî êrişan divê em hevkariyê mezin bikin'

Aktîvîsta TJA'yê Esma Efeturk diyar kir ku di sala 2020'î de tundî û kuştina jinê zêdetir bûn û ji bo têkbirina êrişan, banga mezinkirina yekîtî û hevgirtinê kir.

Hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê, jin li dijî êrişên destdirêjiyê yên leşker, polîs û cerdevanan, li dijî tundî û êrişan li qadan bûn. Di meha destpêkê ya salê de xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû hate windakirin, piştre çawişê pispor Mûsa Orhan dest avêti Îpek Er û li Şirnexê çawişekî pispor dest avêt zarokeke 13 salî. Li dijî van êrişan, jinan tevna têkoşînê hûnandin. Aktîvîsta Tevgera Jinê ya Azad (TJA) Esma Efeturk li ser rojeva jinê ji ANF'ê re axivî.

Esma Efeturk diyar kir ku li gel zext, tundî, destavêtin û destdirêjiya li dijî jinê, di sala 2020'î de her wiha têkoşîna piştevaniyê ya jinê hate hûnandin û got, "Me dît ku li hemberî vê têkoşîna mezin a jinê, êrişên desthilatdariya mêr jî bi rêk û pêk zêde bûn. Me şahidî ji wê yekê re kir ku sûcên li dijî jin û zarokan hatin kirin bêceza hatin hiştin, xelat ji kiryaran re hate dayin. Jin û zarok neçar hatin hiştin ku bi kiryarên xwe re li heman malê bimînin. Ev zext û zordarî nîşaneya tirsa ji têkoşîna jinê ye.

'BILA JIN BÊDENG NEMÎNIN'

Esma Efeturk ragihand ku tifaqa AKP-MHP'ê nêrîna xwe ya li jinê bi pratîka di nava salê de raxist pêş çavan û êrişên li dijî Peymana Stenbolê û qanûna bi hejmara 6284'an ji mînakên vê yekê ne. Efeturk diyar kir, dijminatiya hikumetê ya li jinan bi dijminatiya li jinên Kurd bi awayekî şênber xwe nîşan da û bal kişand ser êrişên li dijî pergala hevserokatiyê, tayînkirina qeyûman, destavêtin û êrişên zayendî yên ji aliyê rayedarên bi unîforma yên dewletê ve hatin kirin. Esma Efeturk destnîşan kir ku bi van kiryaran hewl hate dayin ku li bajarên Kurdistanê jin bên qirkirin.

Aktîvîsta TJA'yê bi dewamî got, "Ji girtina saziyên jina li cihên qeyûm lê hatin dayin heta bi hewldana guhertina qanûnî ya ji bo tayînkirina qeyûman li komeleyan, em vê armanca wan di gelek kiryaran de dibînin. Weke ku ji van hemûyan tê fêhmkirin, ev kiryar ji ber zîhniyeta girtina jinê li malê tê. Lê belê bila li benda bêndengmayina jinê nemînin. Jin wê li dijî van pêkanînan dengê xwe bilind bikin."

POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET

Esma Efeturk diyar kir ku bi rêya van êrişên li dijî jinê, hewl tê dayin ku civak bê cezakirin û destnîşan kir ku ji ber vê yekê divê raya giştî êrişên li dijî jinê weke 'polîtîkaya şerê taybet' bibîne. Efeturk got, "Bi êşkenceya ku desthilatdariya mêr li dijî jinê dike, tê xwestin ku hukmê xwe li ser civakê bike. Em vê yekê di bûyera xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû de dibînin. Têkildarî Zaynal Abakarov re ku herî dawî ew dîtibû, lêpirsîneke têrker nehate kirin û nehate cezakirin. Ev yek jî peyamek ji bo civakê ye. Ji ber ku ya Zaynal kir ji xwe polîtîkaya bi dilê dewletê bû. Ji bo hikumetê, helwesteke bi mînak bû."

Efeturk li dijî êrişan ji bo 'yekgirtinê' bang li jinan kir û got, "Eger jin karibin yekbûnê hîn xurt bikin, em ê hingî polîtîkayên desthilatdariya mêr pûç bikin."