Li Dêrika Hemko yekem akademiya perwerdeya jinan ji aliyê Yekitiya Star duh bi merasîmekê hate vekirin.
Li bajarê Dêrika Hemko bi amedebûna bi sedan jinan, duh Yekîtiya Star yekem navenda perwedeya jinan bi merasîmekê vekirin. Merasîma vekirinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Kordenîsyona Yekitiya Star û Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed di merasîmê de axivî.
Îlham Ehmed diyar kir akademiya jinan hate vekirin ta ku jin bikarin di Sîstema Xweseriya Demokratîk de cihê xwe yê rewa bigre. Her wiha Ehmed destnîşan kir ku vekirina akademiya jinan ji bo perwerde û pêşxistina rola jin di civakê de û rizgarkirina jinan ji desthiladariya mêran gelek girîng e.
Piştre Hevseroka Meclisa Qamişlo Remziye Mihemed axivî û bal kişand ser vekirina akademiya yekem ji bo perwerdeya jinan. Her wiha Remziye Mihemed vekirina akademiya jinan ji bo xurtkirina azadiya jinane û azadiya jinan ji azadiya civakê ye.
Endamên Yekîtiya Star li Dêrikê, Amûdê û Tirbesipiyê di axaftinên ku kirin, navenda akademiya ku hate vekirin li hemû jinên Rojavayê Kurdisanê pîroz kirin.
Jinên ji Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD, endamên jin yên Asayişa Dêrikê û lijneya jinên Xiristyan di merasîma vekirinê de amade bûn.
Merasîm bi stran û mûzîka koma zîlan dewam kir, di dawiya merasîmê de dayikên aşîtiyê deriyê akademiyê li pêşiya jinan vekirin.