Li Cizîrê panela li ser tundiya li dijî jinê

Li Cizîrê panela li ser tundiya li dijî jinê

Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) li navçeya Cizirê ya Şirnexê biboneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê ya Navnetewî panela li ser têkoşîna jina Kurd da.

Aktivîstên Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) biboneya 25'ê Mijdarê li Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zinê, panel pêk anî. Di panela DOKH'ê de Endama Egitim Senê Nesrîn Yilmaz axaftin kir. Di panelê de Serokê BDP'a Cizîrê Mehmet Nezir Akengin, Endamê Meclîsa BDP'ê Ali Damar, Cîgerê Şaredarê Cizîrê Nesim Güven jî di nav de zêdetir jin zêdeyî 100 kes amade bûn. Di panelê de pankartên "Zilam lê dide, dewlet diparêze", "Ji komkujiya jinê re bese" vekirin.

Di panelê de Endama Egîtîm Sen'ê Nesrîn Yilmaz anî ziman ku, her tim civak bi çavê koleyan li jinê dinêrin û wekî kesên xwarin çêdikin û zarokan mezin dikin tên dîtin. Yilmaz anî ziman ku, jin xwe wekî alavekê dibîne û wiha got:" Divê ji hişmendiya zilam ya ku jinê wekî pot û amûr bi kar tîne re em bêjin bese. Divê li dijî binpêkirina mafan em dengê xwe bilind bikin."

Panel, bi şano û sînevîsyona ku mijara tundiyê digire dest bi dawî bû.