Li Brukselê resepsiyona 8’ê Adarê

Li Brukselê resepsiyona 8’ê Adarê

Yekitiya Jinên Sosyalîst ya girêdayê AVEG-Konê xebatên xwe dimeşîne  li Belçîkayê biboneya 8’ê Adarê resepsiyonek organîze kir.

Resepsiyona di demjimêr 14.00’an de li taxa Saînt Josse ya La Salle SApîens a Brukselê destpê kir, ji bo şehîdên şoreşê deqîqeyek rêz hat girtin.

Li ser navê SKB’ê axaftin hate kirin û hate diyar kirin ku, 8’ê Adarê di warê têkoşîna azadiya jinê de xwedî cihekî girînge û hat gotin, 8’ê Adarê roja serhildana jinên bindeste.

Her wiha di axaftinan de wiha hate gotin: “Êrîşên li hemberî jinê her diçe zêde dibe û divê em di vê roja xwe de têkoşîna xwe bilindtir bikin. Em jin li hemberî êrîşên li ser me divê têbikoşin. Em divê li dijî cudahiya li hemberî jinê ku ev ji zarokatiyê de li ser jinê hatiye ferzkirin divê rawestin.”

Di beşa nîqaşên hevbeş de jî liser komkujiya Parîsê axaftin hatin kirin û di civînê de soza domandina têkoşîna her sê jinên Kurd hat dayîn.

Resepsiyona ku 50 kes tevlîbûn de ji Koma Jinan a 8’ê Adarê ya Îranê jî piştgirî hat dayîn. Koma Anadol derket ser dikê û stranên kurdî û tirkî striyan.

Di resepsiyonê de bang hate kirin ku, jin her çarşemê tevlî çalakiya nobetê ya li ber seferatxaneya Fransayê bibin.