Li Bordeaûxê Zîlan û li Lûzern û Dûîsbûrgê şehîdên meha Hezîranê hatin bîranîn

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê Zeynep Kinaci (Zîlan), li bajarê Lûzernê yê Swîsreyê û li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê jî şehîdên meha Hezîranê hatin bîranîn.

Li bajarê Bordeaûxê yê Fransayê Zeynep Kinaci (Zîlan) hate bîranîn. Bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir û derbarê jiyana Zîlanê sînevîzyon hate nîşandan.

Di bîranînê de kesekî ku 4 rojan bi fermandarê Zîlanê re bû qala wê pêvajoyê kir.

LÛZERN

Li bajarê Lûzernê yê Swîsreyê gerîlaya HPG’ê Devrîm Brûsk (Hanim Bozkûr) a ku di Hezîrana 2017’an de li Lêlikanê di êrişa hewayî de şehîd bûbû, Denîz Poyraz a ku li avahiya HDP’a Îzmîrê de hatibû kuştin û şehîdên meha Hezîranê hatin bîranîn.

Bîranînên li NCDK’ê ji aliyê KOMAW’ê ve hate organîzekirin.

Di bîranînê de Hevserokê NCDK’ê Ekrem Guneş bal kişand ser xwedîlêderketina têkoşîna şehîdan.

Alî Şîmşek jî li ser navê KCDK-E’yê diyar kir ew ê xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin û got “Vê têkoşîna li dijî dagirkerî û qirkeriyê ji bo pêkanîna yekîtiya Kurdan e û divê em jî li dijî dagirkeriyê têbikoşin.”

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê jî Meclîsa Jinan a Asiye Yuksel li NCDK’ê çalakiyek kirin û di şexsê Zîlan, Sema Yuce, Gulan û Leyla Agirî û Denîz Poyraz de şehîdên meha Hezîranê bîr anîn.

Di bîranînê de nameyên Zîlan û Sema Yuce hatin xwendin û Besîme Konca li ser navê TJK-E’yê axivî. Konca got “Soza me ya ji şehîdan re ev e ku em mîrateya têkoşîna wan bigihînin serfiraziyê.”

Konca diyar kir heke ew Kurdistanê azad bikin faşîzmê û îxaneta bi destê PDK’ê tê kirin têk bibin û yekîtiya neteweyî pêk bînin wê karibin layiqî şehîdan bin.