Li Binarê Qendîlê 8’ê Adarê tê pîrozkirin

Li Binarê Qendîlê pîrozbahiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar hate destpêkirin.

Bi xwendina peyama nivîskî ya KJK’ê dest bi pîrozbahiyê hate kirin. Peyam ji aliyê Evîn Zîlan ve hate xwendin.

Di peyamê de ev tişt hatin diyarkirin: “Em 8’ê Adarê di serî de li Rêber Apo, li çalakgerên greva birçîbûnê, li hemû berxwedêrên jin û li Dayikên Aştiyê pîroz dikin. Em careke din şehîdên azadiyê yên jin bi bîr tînin û soza xwe ya girêdayîbûna wan dubare dikin.

Bêguman 8’ê Adarê li pişt xwe mîrateyeke berxwedanê hişt. Li hemberî pergala mêrserwer, desthilatdarî û mêtingeriyê em jin tên ba hev. Lê li hemberî van zext û êrîşan jin têkoşîna xwe dikin yek û xebatên xwe derdixînin asta herî bilind. Ji Kobanê heta Şengalê, ji Kerkûkê heta Mexmûrê jinan faşîzma DAÎŞ’ê şikandin û pêşengiya civaka azad kirin.

Îro jî bi pêşengiya jinan li girtîgeh û li gelek bajarên Kurdistan û Ewropayê grevên birçîbûnê tên kirin. Em careke din 8’ê Adarê li jinên berxwedêr pîroz dikin.”

‘HETA KU TECRÎD WERE ŞIKANDIN WÊ BERXWEDAN BIDOME’

Li ser navê RJAK’ê jî Çînûr Pencewînî got ku “Rêber Apo jina kole û civak ji nû ve vejand. Ji ber vê jî heta ku tecrîd were şikandin wê têkoşîna me û berxwedana me bidome, em ê Rêber Apo azad bikin.”

Piştî daxuyaniya rêxistinên jinan peyama Tevgera Azadî jî hate xwendin. Tevgera Azadî 8’ê Adarê ya Ocalan û hemû jinên berxwedêr pîroz kirin.

Pîrozbahî bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ didome.