Li Bîelefeldê ji bo berxwedana Şengalê kon hat vedan

Li bajarê Bîelefeld a Elmanyayê bi armanca xwedîderketina li berxwedana Şengalê û agahdarkirina raya giştî ya Elman ji bo 3 roja kon hate vedan.

Çalakiya konvedanê ya ji aliyê Bîelefeld DKTM, Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ), NAV-YEK û TCŞ’ê hatî organîzekirin wê 3 rojan dom bike.

Çalakî wê roja pêrşemiyê bi mîtîngekê bi dawî bibe.

Di axaftinên ku di roja yekemîn a çalakiyê de hatin kirin de ev yek hatin gotin: “Êrîşên li ser YJŞ-YBŞ û Asayîşa Êzidxanê tên kirin di heman demê êrîşên li hemberî hemû Kurdan e. Peymana ku di navbera PDK’ê û Kazimî de hatî çêkirin, bi ruxmê ku ji aliyê hemû Kurdan ve nayê pejirandin jî, fermanek nû û êrîşeke li hemberî destkeftên Êzidiyan. Bi peymana hatinî çêkirin Erdogan siyaseta xwe ya Osmanî pêktîne û êrîşên li ser Şengal, Rojava û Başûrê Kurdistanê bi yek armancî tên kirin. Dewleta Tirk bi dagirkirina Şengalê dixwaze hemû Kurdistanê dagir bike.”