Li Berlînê meşa'Jin jiyan e, jiyanê nekuje'

Li Berlînê meşa'Jin jiyan e, jiyanê nekuje'

Li paytexta Almanya Berlînê di roja Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Navneteweyî de bi dirûşima “Jin jiyan e, jiyanê nekuje” hate lidarxistin. Hejmarek zêde ya jinan tevlî meşa girseyî bûn.

Di meşê de jinên Kurdistanî û penaberên Tirkiyeyî û Alman jî amade bûn. Di meşê de pankartên weke “Dawî li kuştina jinan bînin” hatin hilgirtin û tundiya li ser jinana hate şermezarkirin.

Di meşa bi pêşengiya Înîsiyatîfa Jinên Berlînê de dirûşimên “Bijî piştevaniya jinan”, “Jin jiyan e jiyanê nekuje” bi zimanên Kurdî, Almanî û Tirkî hatin qêrîn. Di daxuyaniyên hatin dayîn de hate tundiya li ser jinan hate şermezarkirin.